ROJAVA- Aloziya Hesekê û Şamê

Endamê Mekteba Siyasî Partiya Çep a Kurd (Fethula Huseynî), roja çarşemê 20/08/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de aloziyên di navbera hikûmeta vegûhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a bakûr û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên din ên Sûriyê hate gotûbêj kirin.

Di vê derbarê de Fethula Huseynî diyar kir ku, kurd pabendî rêkeftina 10ê adarê ya 2025 a ku di navbera fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şerih hatiye îmzakirin.

Her weha da zanîn ku welatên zilhêz li ser xetê ne ji bo aramkirina rewşa Sûriyê her çiqas Amerîka û Fransa piştvaniya Kurdan dikin lê Brîtanya piştevaniya desthilata vegûhêz a Şamê dike. Tekez li wê yekê jî kir ku Tirkiyê aktorekî serekî ye li Sûriyê.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 XELAT