ROJAVA- Mercên Trump ji desthilata nû ya Sûriyê
Siyasetmedarê kurd Salih Dadalî ku bi xwe xelkê Kobanê ye û li bajarê Hewlêrê dijî , roja yekşemê 18/5/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .
Di wê hevdîtinê de naveroka civîna serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şerih bi serokê Amerîka Donald Trump li Erebistana Siûdiyê û mercên Amerîka ji bo rakirina sizayên ser Sûriyê hatin gotûbêj kirin.
Salih Dadalî bal kişand ser wê yekê ku, Trump daxwaz ji Ehmed Şerih kiriye ku divê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re çê bikin.
Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
