Silêman Ereb: Bîranîna şeşemîn salvegera koça dawî ya Mam Celal wefedarî ye

Wezîrê Karûbarên Şaredariyan ya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Silêman Ereb) ragihand, bîranîna şeşemîn a salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal wefedarî ye.

Wezîrê karûbarên Şaredariyan ya Rêveberiya Xweser yê Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê birêz (Silêman Ereb) di bernameya (Xelata Kurmanca) de beşdar kir ya ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê amadekirin û pêşkêş kirin û wiha got; Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê komcivînekê derbarê kesayeta serok Mam Celal organize kiriye û li ser wê jî ez spartime ku semînerekê pêşkêş bikim û min jî lêkolînek berfireh li ser jiyana şoreşgêrî û tekoşîna Mam Celal û serkeftinên wî min amade kiriye.

Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê semînerek derbarê şeşemîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal hate lidar xistin.

Silêman Ereb diyar kir ku, Mam Celal Kesayetiyekî siyasî û dîplomat bû û pêşeroja gelê xwe baş dixwend û karîzmayekî Kurd ku bandorekî zêdeyî 50 sal li dîroka gelê Kurd kir. Her weha di rojek wek îro de me kesayetiyekî mezin winda kir û xisaretekî mezin bû ji bo gelê Kurd.

 Silêman Ereb anî ziman ku Serok Mam Celal ji salên 50`an de derbasî Rojavayê Kurdistanê û Şamê bû û bandorek xwe ya mezin li ser tevgera siyasî ya Kurd hebû bi taybet li Rojavayê Kurdistanê, her weha Mam Celal kesayetiyekî Kurdistanî bû ku Kurdistan hemû yek didît, hewldanên gelekî mezin dikir daku xizmeta hemû parçeyên Kurdistanê bike.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ereb got, Helwesta Mam Celal ya berya 10 salan dema bihara gelan de li hemberî rojavayê Kurdistanê gelekî giring bûye. Mam Celal wê demê got ku Sûriye navendekî stratejiye ji ber wê jî rêjîma Şamê wê hilneweşe û bi hemû hêza xwe Mam Celal piştevaniya şoreşa Rojava kir, niha ew helwest û dûrbîniya Mam Celal rolek mezin hebû ku gelek destkeftî hatine bidestxistin û gihêşt encamek mezin li ser erdê.

"Koçbûna Serok Mam Celal bandor li ser siyaseta Kurdî bi giştî kir çi li ser welatên cîranên Êraq û çi jî li ser Rojhilata Navîn û xwedî destpêşxerî bû ji bo çareseriyê, lê ez vê jî bêjim ku helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê berdewame li ser rêbaza serok Mam Celal "Silêman Ereb weha got.

Mamosta Hozan Efrînî ji aliyê xwe ve diyar kir ku xelkê Silêmaniyê û hem jî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi vê çalakiya han ya derbarê koça dawî ya Mam Celal gelekî dilgeş bûne ku li Qamişlo tê lidar xistinê. Em jî weku radyoya Dengê Gelê Kurdistanê spasiya amadekarên çalakiyê dikin.

Di vê derbarê de Silêman Ereb got: Bêgoman ev wefedariyeke ji bo bîranîna Mam Celal, çûnkî Mam Celal ji bo Kurdistanê xebateke dûr û dirêj da meşandiye. Ji me jî tê xwestin ku em keda wan ji bîr nekin ev jî rastiyekî exlaqî û wijdanî ye. Mam Celal ji bo Rojava xebatek da meşandin û wê xebatê berhemê xwe da berhemek ji bo gelê Kurd û ji bo Kurdistanê bûye û em vê jî li ser xwe erk û wacib dibînin ku kesatiya Mam Celal bi bîrbînin û rêbaza wan bişopînin.

Di dawiya axaftina xwe de Silêman Ereb aşkire kir ku; Li ser xeta Mam Celal û li ser xeta nîştimanî û Kurdistanî û li ser xeta biratiyê ku Mam Celal ji Kurdan dixwest dive em bidin meşandin her weha di navbera Kurd û Ereban de li Êraqê jî. Her weha Mam Celal bi xebatekî dîplomasî li ser astê cîhanê jî peywendiyek xurt da avakirin. Dema em xwedî li van destkeftiyan derkevin bê goman em xwedî li Mam Celal jî derdikevin. Eve jî erke li ser hemû Kurdane û li ser me jî li Rojava. Em vê rastiyê dibînin û ji bo wê jî em erkê xwe pêk tînin.

 

XELAT