ROJAVA- Fişarên Amerîka li ser Sûriyê

Serokê Rêxistina Mafê Mirovan ê Efrîn- Sûriyê (Îbrahîm Şêxo) roja çarşemê 21/5/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .

Di wê hevdîtinê de Fişarên Amerîka li ser Sûriyê û rakirina sizayan û mercê Waşintonê ji desthilata nû ya Şamê re hatin gotûbêj kirin.

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser binpêkirinên komên çekdarê yên di bin bana desthilata nû ya Sûriyê li hemberî pêkhateyên Sûriyê û her weha binpêkirin ku hîna li Efrînê jî li hemberî kurdan berdewam in.

Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî  ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT