ROJAVA- Çarenivîsa kurdên bê nasname li Sûriyê

Nûnerê penaberên Kurd ên bê nasname (Mihemed Mîrza) ku bi xwe penaberekî Rojavayê Kurdistanê ye û bê nasname ye û li kampa Barîka ya bajarê Silêmaniyê dijî, roja çarşemê 30/7/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .

Di wê hevdîtinê de çarenivîsa kurdên bê nasname li Sûriya pêşerojê û Rojavayê Kurdistanê û çawaniya çareserkirina wê di destûra nû ya Sûriyê de hate gotûbêj kirin.

Nûnerê penaberên kurd bê nasname (Mihemed Mîrza) bal kişand ser rewşa penaberên kurd ên bê nasname ên Rojavayê Kurdistanê ku rastî çendîn astengiyan tên û daxwaza wê yekê kir ku divî çareseriyek bîngehîn ji wan re bê dîtin daku bikarin pêşeroja xwe bibînin û jiyana wan bê misoger kirin.

Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî  ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

XELAT