ROJAVA- Giringî û Pêwîstiya Konferansa Yekrêziya Kurdî

Endamê Nûneretiya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê (Fethula Huseynî), roja yekşemê 27/4/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de pêwîstî û giringiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku li Qamişlo hat lidarxistin hatin gotûbêj kirin. Di wê derbarê de Fethula Huseynî behsa giringiya konferansa kurdî kir ku ev demek dirêje Kurd li benda wî bûne.

Fethula Huseynî tekez li wê yekê jî kir ku şiklê sîstema Sûriya dahatî ne ereb û ne jî kurd û ne tu pêkhateyekî din diyar dike belkû hêzên navdewletî dê wê destnîşan bikin.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 XELAT