Bîranîna 48emîn ya salvegera YNK`ê di bernama Rojava de
Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê bo gotûbêjkirina 48 emîn salvegera Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)`ê mêvandariya her yek li birêz Samî Xelîl kurê Şehîd (Xalid Efrînî) kir ku yek ji kesayetên destpêkê ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî rêfên (YNK)ê û şoreşa gelê Kurdistanê ya nû bibû her weha di sala 1977 li devera Colemêrgê li gel hêjmarek hevalên xwe şehîd bibûn. Di bernameyê de rêzdar Samî behsa rola Serok Mam Celal û (YNK)`ê di xebata netewî ya Kurdistanî de kir.
Her weha birêz Dawûd Çîçek jî di wê bernameyê de behsa sekoya kurmancî û girîngiya wê kir di gîhandina xebat û helwestên YNKê her weha pêşxistina kultur û çanda kurdî ya zaravayê Kurmancî kir kirk u Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê giringiyek gelek mezin dide vê babetê kir.
