Rewşenbîr û Nivîskar Kakşar Oremar bû mêvanê Xelata Kurmanca

Rewşenbîrê kurd Kakşar Oremar dibêje ku, ew gelek kêfxweşe ku bûyê mêvanê Bernama Xelata Kurmanca û dengê xwe bi rêya vê bernameya ji Silêmaniyê bighîne hemû Kurdistanê.

Rewşenbîr û nivîskar û rojnamevanê navdarê Kurd (Kakşar Oremar) beşdarî bernameya Xelata Kurmanca ya ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin ragihand, dema ez têm Kurdistana azad -Başûrê Kurdistanê- eger ez Silêmaniyê nebînim û bê dîtina Silêmaniyê vegerim wekî kesekî xemok rê pêşegirtî û ne rihet vedigerim, her dema ez têm başûrê Kurdistanê, ez serdana Silêmaniyê dikim.

Diyar jî kir ku, Silêmanî di dîroka Kurdan de bo me navê Simkoyê Şikak û Şêx Mehmûdê Berzencî û gelek rewşenbîr û hunermendên din yên navdare û wekî din jî ew kesên rêveberên vê wîlayetê ne û vê herêmê ne bi taybetî xanima pir pir hêja (Hêro Xanim) salên berê min karî ez ji nêzda wan bibînim û gelek bi dilnizmî bi rêzdarî pêşwazî li min kirine û di çend bîranînan de em rastî hev hatîne.

Kakşar Oremar got: Her dema ez têm vira ji hêla xebatkar û hempîşeyên xwe yên ragihandkar jî gelek bi germî têm pêşwazî kirin, îca hewayê Kurdistanê bi taybet Silêmaniyê, Urmiyê û Mihabadê, sine û seqiz û rojhilatê Kurdistanê bi giştî tîne bîra min.

 

XELAT