ROJAVA- Amerîka û Sûriye Kurd
Rêveberê Tora Ramana Lîberal Ya Kurdîroja (Ehmed Muslim), roja Çarşemê 24/9/2025 ji Almanyayê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Ehmed Muslim ragihand ku armanca hikûmeta vegûhêz a Sûriyê û serokê wê yê demkî Ehmed Şerih ewe ku bi her awayî be li ser desthilatê bimîne û armanca wan ne ewe ku Sûriyê bi awayekî demokratîk were birêve birin belku armanca wan bi awayekî navendî hemû Sûriyê birêve bibin.
Bal kişand ser wê yekê ku, Hikûmeta Şamê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re datîne daku tenê desthilata Sûriyê di destê xwe de bihêlin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
