HORÎ- Rêkeftina Kurd û Sûriyê li Helebê
Çalakvanê siyasî (Mihemed Hesen) ku xelkê herêma Efrînê ye û niha li bajarê Qamişlo dimîne bû mîvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û li ser Rêkeftina Kurd û Sûriyê li Helebê hate gotûbêj kirin.
Mamosta (Mihemed Hesen) di vê hevpeyvînê de bal kişand ser giringiya Rêkeftina Kurdan li herdû taxên kurdnişîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê û desthilata nû ya Sûriyê [ her weha vegera koçberên Efrînê bo ser mal û milk û gundên xwe.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT