Li Almanya ahenga derçûnê ya kurseke mûzîkê birêveçû
Duh roja yekşemê 14/12/2025 li bajarê Dortmund a Almanyayê, ahengek ji bo bi dawîhatina kursa mûzîkê ku ji aliyê hunermend (Omer Şan) ve hatibû perwerdekirin hat lidarxistin.
Derbarê kar û xebatên xwe de û derçûna ew kursa mûzîk de hunermend Omer Şan bi taybetî ji kovara Xelatê re ragihand û got: kursa fêrkirina mûzîkê 6 mehan dirêj kiribû têde nêzî 30 keç û xortên kurd beşdarî kiribûn.
Omer Şan diyar jî kir ku, di kursê de keç û xort li ser sazê û meqam û nutên mûzîkê hatin fêrkirin û bi awayekî baş serkeftî bûn.
Her weha Şan da zanîn ku, ji bo derçûna keç û xortan ji kursê ahengeke xweşî bi mûzîk û çalakiyên curbicur û bi amadebûna hêjmarek ji welatiyên kurd ên Almanyayê hat lidarxistin û di dawiyê de derçûyên kursa mûzîkê hatin xelat kirin.
Her weha ji bo ked û xebata hunermend Omer Şan di xizmeta civaka kurdî li Almaniyayê ji aliyê amadevanan ve hate xelatkirin.






Xelat
