Dr. Omer Şêxmûs: Enfal û Helebçe di arşîva min de
Arşîvkirina Berxwedanê… Hevpeyvînek bi Dr. Omer Şêxmûs re- Beşa 3
Dr. Omer Şêxmûs: Enfal û Helebçe di arşîva min de
Amadekar: Dr. Farangis Qadirî
Pirs: Babetên arşîva we bi dehan salan ji wê demê ve vedihewîne ji sala 1962`an ve. Hûn bi berdewamî di pratîka siyasî û vcihguherînê de bûye. We çawa karîbû arşîvan bi berdewamî berhev bikin? Zehmetiyên lojîstîkî yên hilanîna arşîva we çi bûn? Gelo piştgiriya we ya saziyî hebû?
Dr. Omer Şêxmûs: "Ji bilî projeyek lêkolînê li ser Enfal û qirkirinê li Kurdistana Iraqê, ku beşek ji projeyek berawirdî ya mezintir li ser komkujî û Holokostê li Zanîngehên Stockholm û Uppsala bû, di sala 1999an û 2000 `an de min tu piştgiriyek saziyî nedît, ji bo vê projeyê ez çûm Kurdistana Iraqê û gelek materyal, nêzîkî 60 kîlogram, berhev kirin, ku ez neçar mam ku bi rêya Îranê bi qaçaxî derbas bikim. Ev take projeya arşîvê ya bi fermî hatî fînansekirin bû. Min hemî materyalên din bi hewldanên xwe berhev kirine. Beşa navxweyî ya rojên xwendekariya min û şoqeyên min her gav bi pirtûk û pelên arşîvê, û her weha sindoqên kartonî tijî bûn.
Di sala 1967an de ez ji Brîtanyayê çûm Berlînê, daku ji wir ez biçim Moskowê da ku xwendina xwe temam bikim. Li Berlînê, dema ku ez li benda vîzeya xwe ya ji bo Yekîtiya Sovyetê bûm, çend hevalan min teşwîq kirin ku ez biçim Swêdê û li wir serlêdana penaberiya siyasî bikim, ku min ew yek kir. Min tiştên xwe li Londonê ji bo ewlehiyê li mala hevalekî xwe hiştibûn, û wan ew ji min re şandin dema ku ez li Siwêdê nîştecî bûm. Ji ber vê yekê dema ku min koçî cihên din kir, min alavên xwe bar dikirin, ji bilî dema ku ez çûm bo çiyayên li Kurdistana Iraqê û dema ku min di beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê (VOA) de kar wergirt, pêşî wekî nivîskar û dû re wekî serokê beşa xizmetguzariyê ez çûm Amerîkayê.

Veguhestina malê û çarenûsa arşîva min
Li Swêdê jêrzemînek pir mezin me hebû, ji ber vê yekê me tiştan di jêrzemîna malên xwe de an jî di depoyên taybet de hildigirtin. Me heşt caran mal bar kir û piştî cara heştemîn, jina min a rihmetî (Agnîta) ji min re got: Bese û tu êdî male naguherê. Lê, her ku arşîva min mezin dibû, me ev pirs ji xwe dikir, em ê bi wan çi bikin? Piştre, min arşîva xwe kir sê beş. Me beşa yekem a li ser Enfal û êrîşên qirkirinê li Kurdistana Iraqê, ku beşek ji bernameya lêkolînê ya li ser qirkirin û Holokostê bû, me radestî Navenda (Hugo Valentine) ya li Zanîngeha Uppsala kir.
Beşa sereke ya mayî ya arşîvê ji Exeterê re hat şandin û beşa dawî ya piçûktir li mala min tê hilanîn. Heta niha jî, her ku ez diçim Kurdistanê, ez gelek pirtûkan bi xwe re tînim û mala min tijî pirtûke. Berî ku ez arşîva xwe bidim Exeterê, min fikirî ku ez wan bidim navendên li Kurdistana Iraqê, lê ez ne piştrast bûm ka ew ê çiqas ji bo xwendekaran peyda bibe, û ez ditirsiyam ku materyalan ji bo armancên siyasî bi xeletî bikar bînim.

Xelata Şêrko Bêkes
Pirs: Rewşa we wekî profesorê zanîngehê, siyasetmedar, çalakvan û kesayetiyekî çandî ya Kurd di naveroka arşîva we de rolek lîstiye. Bandora têkiliyên we yên nêzîk bi kesayetiyên siyasî, her weha wêjeyî û hunerî re li ser materyalên arşîvê bi awayekî zelal xuya dike, wekî ku nameyên we bi kesayetiyên wêjeyî û destnivîsên helbestên wan re şahidiyê dikin. Yek ji dosyayên ku bala min kişand EUL MS 403/7/4/4) e, ku li ser Şêrko Bêkes ji 1975 heta 1986 e û helbestên bi zimanê Swêdî yên ku ji aliyê we û (Sigrid Kahle, Agnîta Şêxmûs, Erik Olsson û Lena Hagerman Lena Hagerman, û berhevokek helbestên Şêrko Bêkes ên ku wergerandî Fransî ne, dihewîne. kopiyek ji hilbijardeyên ji 89 helbestên Bêkes, destnivîsên bi zimanê Soranî yên Kurdî, di nav de nivîsa gotara Bêkes di wergirtina Xelata (Tucholsky) ji bo Nivîskarên Di Bin Zordariyê de di 1987 de, û vexwendinek ji Pena kurd (şaxê Swêdê) ji bo merasîma xelatê. Wisa dixuye ku te zemîna hevdîtina wî li Swêdê û wergirtina Xelata (Tokholsky) amade dikir?
Dr. Omer Şêxmûs: "Belê, ez ne tenê bi mijarên siyasî re eleqedar bûm, lê di heman demê de bi wêje û çanda li hemû beşên Kurdistanê jî eleqedar bûm. Min dixwest alîkariya nivîskar û helbestvanên Kurd bikim, ne tenê kesayetên siyasî, ku penaberiyê bistînin û li Swêd û welatên Ewropî bicîh bibin. Li Swêdê dema ku Serokwezîr (Olof Palme) hate kuştin [di 28ê Sibata 1986an de], bi salan, gelek guman hebû ku Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyeyê (PKK) destê xwe di wî karî de hebe. Serokê polîsan ê ku lêpirsînê dimeşand kesekî pir bêkêr bû û bi rastî jî gelek berpirsiyarî li ser wî hebû ku rastiya vê kuştinê çareser nebû. ev gumana ku li ser PKKê hebû, bi salan navûdengê Kurdan li Swêdê xirab kir. Ji ber vê yekê, dema ku hemî lêpirsînên li ser rola Kurdan di kuştinê de bi ser neketin, xelkê xwe sûcdar hîs kirin ji ber awayê ku wan bi Kurdan re reftar dikir.
Rêxistinên Kurdî yên li Swêdê û koçber kom bûn û nameyek fermî ji parlemento û hikûmeta Swêdê re nivîsandin û ji wan xwestin ku bi fermî ji Kurdan ji ber awayê ku di dema lêpirsînê de bi wan re reftar kirine lêborînê bixwazin. Vê yekê gelek sempatîyek erênî li hember Kurdan çêkir.

Çîroka wergerandina helbestên Şêrko bo zimanê Swêdî?
Ji ber ku ez kesayetiyekî navdar di civaka Kurd a li Swêdê de bûm, serokê Pen a Swêdî bi min û nivîskarê navdar ê Kurd (Mihemed Uzon) re têkilî danî, ku endamê desteya wan a rêveberiyê bû. Ji me re got ku dixwaze nivîskarekî kurd ji bo xelata Tokholsky) namzet bikin, min wê demê hêjmarek ji helbestvan û nivîskarên kurd û di nava wan de Şêrko Bêkes jî hebû min hilbijartin her weha min di namzedkirina Selîm Berekat de jî rolek lîst. Ew di nava tevgera Filistînî de pir çalak bû û hevalekî nêzîk ê Mehmûd Derwîş bû. Sê Kurdên me hebûn ku Xelata Tokholsky wergirtin: Şêrko Bêkes, Selîm Berekat û Muharrem Arbay. Hevjîna min û du xwendekarên min alîkariya min kirin ku ez wergera Dîwana Şêrko amade bikim.
Me biryar da ku pirtûka wî Ya bi nave (Neynikên Biçûk), wergerînin û helbestvanên navdar ên Swêdî Lars Beckstrom û Sigrid Kalle wergeran nirxandin û pêşgotinek ji bo pirtûkê nivîsandin. Ev berhevok berî merasîma xelatdayînê wekî pirtûkek hate çap kirin.
Şewitandina destnivîsên Şêx Nûrî
Pirs: Wekî neteweyek ku arşîveke neteweyî an piştgiriya navneteweyî û dewletê tune ye, hûn çawa beşdariya arşîvên kesîtî yên Kurdî di parastin û belavkirina mîrata Kurdî de dibînin? Hûn pêşketina li Kurdistanê ji bo avakirina navendeke arşîvê çawa dibînin?
Dr. Omer Şêxmûs: Yek ji mezintirîn pirsgirêkên her lêkolîner û nivîskarekî ku heta dawiya salên 1970an û heta di salên 1980an de li ser pirsgirêka Kurd dixebitî, nebûna çavkaniyan bû. Sedema wê ew bû ku tevger bi fermî nehatibûn naskirin û ji bilî demek kurt neqanûnî bûn.
Bila ez çîrokeke din ji we re vebêjim. Carekê li çiyayan em li ser nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurd Şêx Nûrî Şêx Salih diaxivîn, ku di rastiyê de yekem romannivîsê Kurd ê Soranî bû. Lê gava polîs û hêzên ewlehiyê mala wî lêgerîn kirin, jina wî hemî destnivîsên wî avêtin tenûreke heriyê û hemû şewitandin. Hevalek me yê peyvxweş heye bi navê (Dilêr Seyid Mecîd) ji bo dilxweşiyê gotî: "Mixabin, Karl Marks jinek mîna jina Şêx Nûrî Şêx Salih tunebû ku cîhanê ji vê fitneyê rizgar bike!".
Lêkolîneran her gav ji bo dîtina materyalên destê yekem li ser Kurdan zehmetî kişandine. Ji ber vê yekê me an jî min bi piranî di nav hin hevalên din de, dest bi berhevkirina çavkaniyan kir, nemaze dema ku ez bûm lêkolîner û xwendina xwe temam dikir. Min fêm kir ku parastina arşîv, pirtûk û belgeyên li ser Kurdan ji bo lêkolînerên din pir girîng e. Ev yek ji sedemên sereke bû, lê di heman demê de ji bo çavkaniyên min jî bû;
Ji bo ku her gav dema ku min dixwest gotarek an tiştek binivîsim çavkanî hebin, min dixwest bingehek zexm ji bo tiştê ku ez dinivîsim hebe. Ji ber ku ez nûner an serokê rêxistinên Kurd ên li derveyî welêt bûm, gelek nivîskar, rojnamevan, kesên mîdyakar an partiyên siyasî bi min re têkilî danîn û ji min çavkanî xwestin, ku ev yek dibû palpiştekr ku ez berdewam bikim bi berhevkirinê.
Şêrko Bêkes , Dr. Wirya Riwandozî , Dr. Emîr Hesen Por , Şêx Nûrî Şêx Salih
Arşîvên Wanlî, Zaza û Dr. Kemal Fuad
Hevalên din ên wekî Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, Dr. Nûreddîn Zaza û Dr. Kemal Fuad jî arşîvên xwe li deverên cuda parastine. Arşîva Wanlî li Pirtûkxaneya Şaredariya Lozanê ye û arşîva Dr. Zaza li pirtûkxaneyek li Bern li Swîsreyê ye.
Niha em di nivîsandina rojnivîskan, bîranîn û belgeyên dîrokî yên devkî de teqînek dibînin ku ev pêşveçûnek e. Niha hejmarek navendên belgekirinê yên wekî Navenda Jîn û navenda Dr. Ezeddîn Mistafa Resûl li Silêmaniyê hene, ku pir dewlemend in. Navendên wekhev li Hewlêrê û deverên din pêş dikevin. Berê kêmasiyên me yên mezin di peydakirina çavkaniyan de hebûn, lê niha gelek hene û ev tiştek baş e.
Xalek din jî ev e ku cîhan guheriye. Înternet û medyayê gelek alîkarî kirine. Ez tînim bîra xwe dema ku me name dişandin Kurdistanê, sê meh dom dikir û ew bi dizî ji balafirgeh û sînoran gihîştin cihê xwe, lê dema ku em karîbûn makîneyên faks, teleks an telefonên satelîtê bikar bînin, em pir kêfxweş bûn.
Niha înternetê xwezaya danûstandina me guhertiye û di warê agahî û gihîştinê de şoreşek heye di zanyarî û destgihêştinê de. Gelek materyalên arşîvê yên Kurdî li Ewropa, Dewletên Yekbûyî ya Amerîka û Rojhilata Navîn (di nav de Kurdistana Iraqê jî) têne dîjîtalîzekirin da ku li her derê li ber dest bin.
Ev pêşketin dê ji bo lêkolînerên niha û yên pêşerojê yên di lêkolînên Kurdî de pir alîkar bin, her çend ew dikarin ji ber guhertinên bilez ên di teknolojiya agahdariyê de pirsgirêkên nû jî biafirînin.
Wergerandin ji Soranî: Dawûd Çîçek
XELAT/ Kurdistanî Nwê

Dr. Kemal Fuad- Dr. Omer Şêxmûs- Dr. Fuad Masûm

Cegerxwîn, Omer Şêxmûs û hevjîna wî Agneta Şêxmûs

Agneta Şêxmûs li çiyayên Kurdistanê





