XEWNK MÛXANÎ

XEWNK MÛXANÎ

Nivîs: M. Emin Aslan

 

Min dit ku ez li derê Mûxanê bûm. Mûxan sazîkî bi èlm û edebê dagirtî akademîya Zerdûşya bû. Àlim û zanyar ji bo pêşketina ol û felsefe û wêjeyê dinava pêşbirkêde bûn. Bi hezaran perwerdekar li polê èlm û ahînê perwerdedibûn. Gewhêrê èşq û evînê li asta heri jorîn bû. Eşq herdem di nava guherandin û veguherandinêde bû. Ji bi vî guhirînê, ji naş digîhîştin gîyanê. Bi dildarya mirovan destpêdikir, di piştre dibû baregaha evîna afirîner -Ahûra Mazda.

Èşq ji mecazê digîhîşte heqîqet ê.

Seydayê Cizîrê dilê wî her li mûxanê davet. Pirtûka wî li desta bû û li derê Mûxanê cewlan dikir û li ser èlim û ahînên mûxanê difikirî. Çalakbûn û fedakarya mamosteyê Mûxanê dixiste nezmê.

Di pirensîba jîyana mirovahîde mamoste û şarezayê Mûxanê mînak digirt û xweşbinî û têgihîştina bi gîyan û bînahîyan ew dipesinandin û dianî ziman. Ronkê çavê wan û xwîna dilê wan wek paqijîya destmêjê û hazirîya derketina hizûra Ahûra Mazda nîşandida. Bi wan helbestê xweyê watedar waha digot:"derê Mûxanêya èşqê àrif seher temaşekir bi aba çêşm û xwînê dil widû beste taharet kir."

 Di dema berbangêde her dem wan mamosteyê olî û edebî bi baldarîkî gewre li kaînatê temaşedikirin û wek ku bêjin:"ربنا ما خلقت هذا باطلا...!"

"Ya Xweda ê me te ev pûç û betal neafirandîye!" Bi ditin û rastya dilê xwe, xwe digîhandin paqijîya fikrê û li ser rastî û heqîqetê diponijin. Mamosteyê akademiya Mûxanê bi dil û mêjûyê xwe, bi Afirînerê fezayê re dibûn yek û xwe ji gemaryê Ehremenî rizgardikirin û digîhîştin evîna Ahura Mazda.

Gel, bi gel didan nasandin û gel li ser felsefeya jîyanê, hatin û çûyîna li cîhanê, xwenasî û Xwedanasîyê agahdardikirin û bingeha jîyana civakî, bi serdestîya hiqûqê dikirin armanca jîyana giştî...

 

Xelat