Wa weylê çi bi serê we hat...

Wa weylê çi bi serê we hat...

Nivîskar û Helbestvan: Konê Reş

Welato! Ji çend rojan ve, serê min di ber min de maye tewyayî..

Di rewşa koçberên Efrînê de diponjim û di nav ramanan de mame girêdayî! Ken û girnijandin ji min dûr ketine, gotin û peyv ji min direvin..!

Welato! Ji welatiyên xwe re bêje; ku ne em li hev rûnên, bi mejiyê di serê xwe de bifikirin, pirs û bersivên xwe، hawar û gaziyên xwe ji hev re bêjin û şanî hev bikin, em nagihêjin armancên xwe û wê halê me ev hal bimîne..

Vêca welato! Ji welatiyên xwe re bêje; yê ku rast û durist welatîkî dilsoz û xemxur be, ew berpirsyare..

Xelkên Efrînê! Dema ku we di reşa şevê de berê xwe da Tebqa, hêsir ji çavên min hatin xwarê..

Wa weylê çi bi serê we hat..?! Dilê min bi we re tê guvaştin.. Xelkên Efrînê! Gelo we xatir ji bajarê xwe xwest?!

Dilê min bi dilê we re, bi ser buhişta we ve ye..

XELAT