Gulek ji baxçê xebatê kêm bû

Gulek ji baxçê xebatê kêm bû

Nivîs: Îmad Ehmed

 

Şînnameyek ji bo Koça Dawî ya Salih Muslim

Di dîroka gelan de hinek mirov hene ku jiyana wan ne tenê ya kesekî ye, lê belê ew parçeyek in ji dîroka neteweya xwe. Ew di qonaxên hestyar ên dîrokê de wekî çira dibiriqin û rêya gelên xwe ronî dikin. Dema ku koça dawî dikin jî, ne tenê jiyana kesekî bi dawî dibe, lê belê parçeyek ji bîrewerî û xebata gelekî jî vala dibe û xemek neteweyî rû dide. Koça dawî ya Salih Muslim ji wê cura koçkirinê ye.

Ew mirovek bû ku xebata xwe ne bi tundrewiyê, lê bi aramî, bi ramana kûr û dûrbîniya siyasî meşand. Di navenda guhertinên mezin ên herêmê de, wî her dem hewl da bibe dengê aqil û aramiyê. Siyaset ji bo wî ne tenê qada hevrikiyê bû, lê rêya xizmeta gelê wî bû.

Salih Muslim wekî mirov sade û dilnizm bû, wekî têkoşer qahîm û netirs, wekî siyasetmedar jî dûrbîn û hêmin bû. Hin kes di germahiya siyasetê de tund dibin, lê wî di nava agirê hevrikiyan de hêminiya xwe diparast. Dizanibû ku xebata neteweyî tenê bi tundûtûjiyê berdewam nabe, lê bi zanebûn û ramana demdirêj digihe armanca xwe.

Dibêjin: Mezinahiya mirov ne bi wê ye ku çend salan bijî, lê bi wê ye ku çend çirayan di rêya gelê xwe de vêxîne.

Salih Muslim bi xwe çiraya çirayan bû. Di vê serdemê de ku herêm di nav guherînên mezin de derbas dibe, ne wextê wê bû ku me bi tenê bihêle. Herêm hîn jî hewceyî dengê aqilmendî û aramiyê ye, lewma koça wî ya bêwext xemeke girane, ji ber ku valahiyeke bi vî rengî bi hêsanî nayê dagirtin.

Hinek mirov wekî gulên biharê ne, diçin, lê bêhna wan di nav baxçeyan de dimîne. Heke bihar nûbûn û ciwaniya jiyanê be, Salih Muslim wekî guleke wisa bû ku li serê çiyayên Kurdistanê şîn dibû, bi nêrgiz û Gulale re serê xwe ji axê derdixist û çiya rengîntir dikirin. Mirov hîs dike ku jiyan careke din xwe nû dike, lê mixabin carinan qeder wisa dike ku karesat jî di heman biharê de diqewimin. Di demekê de ku nêrgiz dibe ken û qîvar çiyayan dixemilînin, dilê gelekî jî bi xema koça kesayetiyekî xebatkar dilerize.

Em dibêjin: «Bihar hat, lê dilê min wekî zivistanê ye, ji ber ku gulek di baxçê me de kêm bû».

Salih Muslim ew gul bû ku di baxçê xebatê de geş bû. Lê bi dax û hesret, baxçê têkoşînê ji ciwanî û bêhna wê gula kêmpeyda bêpar ma.

 

 Xelat/ PUKMEDIA