Destpêka Rojnamegeriya Kurdî
Nivîskar û Lêkolerr: Dilawerê Zengî
Rojnamegerî neynika jiyana civakê û hemû çalakiyên wê ye. Rojnamegerî ne tenê çavkaniya nûçeyan e, belkî jêder û serekaniyek ji bo agahdariya rojane û amûrek ji bo rexnekirina giştî ye. Mafir ku Azadiya derbirînê yek ji armancên herî girîng ên rojnamegeriyê ye. Girîngtirîn tişta ku divê rojnamegerî biparêze û bavêje ser milê xwe rastî û duristî ye.
Yekemîn car di dîroka rojnamegeriya kurdî de, rojnameya (Kurdistan 22ê Nîsana 1898-1902)an, li Misrê-Qahîreyê bi destê Miqdat Midhet Bedir-Xan û birayê wî Ebdulrehman hate weşandin. Zimanê rojnameyê kurdî û tirkî bû. Bi tevahî 31 hejmarên Kurdistanê tên weşandin lê ev 31 hejmar hemî ne li Qahîreyê derdiketin, ji ber gelek sedeman li pirtirî cihekî dihat çapkirin. Rojnameya Kurdistanê ji roja ku dest bi weşanê kir û heta roja ku weşana wê rawestiya hertim zordarî û qedexeyên hikumeta Osmanî û padîşahê wê Ebdilhemîd li ser bûn. Bi saya vê rojnameyê roj bi roj hizrê ramyarî, neteweyî û civakî li nik rewşenbîrên Kurdan ber digirt. Rojnameya Kurdistanê li hemberî zordariya fermandarên Osmaniyan şerê azadî û serxwebûnê domand. Şerê hebûn û nebûnê bû.
Di dawiya şoreşa 1908an de, bi hatina (Ciwanturk) re, qûnaxeke nû dest pê kir. Rewşenbîrên Kurdan roleke pir mezin di vê partiyê de lîstin. Lê her ku çû (Ciwanturk) li dijî ramanên neteweyî yên kurd derketin. Konevanên Kurdan jî pişta xwe danê û dest bi avakirina çend komeleyên civakî û siyasî kirin. Ji wan: [Cemîyeta Azm-î Kavî ya Kurdistanê, Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd, Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û ..wd.], û ramana neteweyî bi riya şerde, perwerdeyî, rêxistinên civakî, xebata weşan û çapemeniyê re belav dibû. Wek weşandina [Kurdistan-1908-1909an, rojnameya Teavûn û Teraqî ya Kurd, Rojî Kurd-1913an, Yekbûn 1913an, Jîn-1918an, wd.]. Ev qûnax bi destpêka xebata neteweyî ya Kurd tê zanîn.
Kovara Hawarê, Xwedî û gerînendeyê wê Celadet Bedir-Xan bû. Di roja 15ê Gulana sala 1932yan de, li Şamê-Sûriye, hejmara pêşî ji Kovara Hawarê hate weşandin. Kovareke wêjeyî û zanistî bû, dûrî siyasetê bû. Pêncî û heft hejmar ji vê kovarê derketin. Hejmara dawîn di 15ê Tebaxa 1943an de bû. Her 15 rojan cerekê hejmarek derdiket. Temenê wê 11 salan dirêj kir. Gerek li dora pênc salan tenê bûna, lê mexabin çend caran radiwestiya. Yekem care ku kurdên Rojavayê Kurdistanê dibin xwedî kovar. Di riya vê kovarê re, çend navên gewre di gasîna toreya Kurdî de hatin naskirin. Ji wan navdaran Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan, Hesen Hişyar, Ehmedê Namî, Cegerxwîn û Kamîran Bedirxan….hd. û ji hêlekê din ve, bala hin Rojhilatnasên mîna Tomas Biwa, Rojê Lîsko û Pêr Rindo kişande ser civak, folklor û rewşenbîriya kurdî. Ev qûnax bi van ronakbîran û bi berhemên wan hate naskirin. Berhemin hêja di warê dîrok, ziman û toreya Kurdî de afirandin. Cara pêşî bû ku di riya wê re elfebeya latînî hate belavkirin. Folklorê Kurdî ji qûnaxa devkî derbasî qûnaxa nivîskî kirin. Raman, hizir û bîrweriya mirovî di koda 'Hawar'ê de meyandin. Zarê Kurdmancî hem ji mirinê riha kirin û hem jî bi bêjeyine nûh û nûzayî dewlemend kirin. Kovara Hawarê gencîneya ziman û rêzimana kurdmancî ye. Bi saya serê Hawarê kurd xwedî rêziman, elfabe, wêjeyeke nûjen, ferheng û kovar in.
Kovara Ronahî, kovareke mehane bû, li Şamê-Sûriye, Çapxaneya Sebatê, bi destê mîrê zimanê kurdî Celadet Bedir-Xan hatiye weşandin. Kovara Ronahî (çarşemba 1ê nîsana 1942 - adara 1945), di tevahiya 28 hejmarên xwe de xwerû bi zimanê kurdî, bi zaravayê kurmanciya jorîn û bi tîpên latînî bû. Ronahî di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de derket. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên şer bû. Lê, li gel van nûçeyên şer jî, di nav rûpelên kovara Ronahî de, li ser zargotin û wêjeya kurdî jî gelek nivîs hebûn. Di warê siyasî de, kovara Ronahî li dijî faşîzm û nazîzmê bû. Bi her awayî pesnê şerê eniya demokrasiyê dida û li dijî faşîzmê radiwestiya. Kovara Ronahî ji bo ziman, wêje, dîrok û çandeya kurdî ronahiyek bû. Ew jî wek Kovara Hawar û Rojnameya Roja Nû, di warê wêjeyî û ziman de xwediyê rûmetek bilind e. Çîrok û helbestên ku di nav rûpelên Ronahiyê de hatine weşandinê, di nav wêjeya kurdî de ciyekî payebilind girtine.
Di nav rûpelên kovarê de gelek navên nivîskarên hêja û navdar hene mîna:
Celadet, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Simaîlê Serhedî, Bişarê Segman, Mele Enwer, Lawût, Xelîlê Genco, Qadirê Ferman, Hesenê Mistê, Silêmanê Ferho, Hisênê Perîxanê, Sibhiyê Diyarbekirî, Evdilezîz Metwar, Melayê Şozî û gelek nivîskarên ''Hawarê'' rûpelên Ronahiyê bi nivîsên xwe yên li ser jiyana kurdan, çîrok, stran, serpêhatî û helbestên kurdî di nav rûpelên Ronahiyê de hene. Serokê serîhildana Sasonê Evdirehmanê Eliyê Ûnis û serokê serîhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa jî di kovara Ronahiyê de nivîsandine û keda xwe xistine nav rûpelên Ronahiyê. Em dikarin bibêjin herdû kovar (HAWAR û RONAHÎ) Qurana zimanê kurdî ne.
Rojnameya Roja Nû, rojnameyeke hefteyî bû, li Beyrûdê derdiket. Xwedî û gerînendeyê wê Kamiran Alî Bedir-Xan bû. Hejmara pêşî 3yê gulana 1943yan de derket. Bi tevahî 73 hejmar derketin û ya dawî di 27ê gulana 1946an de hate çapkirin.
Ew bi zimanê kurdî û fransî dihate derxistin. Rojname ji 4 rûpelan pêk dihat, 3 rûpel bi kurmancî bûn û yek bi fransî bû. Hejmara herî dawî ya 73yem tevahî bi zimanê fransî derket. Orîjmala wê 30X46cm e. Tevî ku rojnameyeke siyasî bû, lê belê gelekî guh daye folklor û çandeya kurdî jî. Hin gotarên siyasî, bi kurdî di rojnameyê de hatiye belavkirin. Ji aliyê çandeyî û folklorî de jî gelek dewlemend e. Di beşê Fransizî de, tê xuyakirin, ku armanc naskirina rewaş, dîrok û daxwazên Kurdan bi biyaniyan bûye. Piraniya rûpelên Fransizî li ser nûçe, gotar û nivîsînên dîrokî, li ser daxwazên Kurdan e. Bi zelalî xuya dike, ku Kurdistan bi perçebûn û bindestbûna xwe, bi têkiliyên civakî, aborî û siyasî ve wek welatekî mêtingeh e û divê ji vê rewşê derkeve, bibe welatekî serbixwe û yekbûyî, ew jî wek cîranên xwe wek welatên din di jiyana hevçerx de cihê xwe bigire.
Di nav rûpelên rojnameyê de gelek navên nivîskarên hêja û navdar hene mîna: Gerînendeyê giştî Dr. Kamiran Bedir-Xan, Celadet Alî Bedir-Xan, Qedrî Can, Osman Sebrî, R. Lescot, Kake Emîn Hiwêzî, Celal Cemîl, Ebdilhadî Mihemed, Subhiyê Diyarbekirî, Sebriyê Serhedî, Reşîdê Kurd, Brahîmê Metînî, Mensûr Şelîta, Silêmanî Mercî, Melayê Gerdî, Kevnezan, Ezîzê Merziak, H. Hişyar..w.d bûn. Di nav rûpelên Roja Nû de, bi tevî nûçeyan, gelek wêne û dîmenên Şerê 2yem ê Cîhanê hatine belavkirin. Di vî warî de yekem rojnameya kurdî-latînî ye, ku bi wêne hatiye belavkirin. Kovara Ronahî û rojnameya Roja Nû di çarçoveya armanca pêşxistina kultûra neteweyî de, di warê ziman, wêje û folklora kurdî de rajeyên pir girîng kirine. Kêm-zêde di dawiya salên 1945an de çapkirina wan tê rawestandin.
Herdû bira Celadet û Kamiran di pêvajoya pêşkeftina hizr û ramana neteweyî û tevgera azadîxwaz a Kurdistanê de xwedî xebat û roleke pir girîng in. Wan ji aliyê kar û xebata siyasî, rêxistinî, çapemenî, wêjeyî, çandeyî û kultûrî ve gelek rajeyên gewre ji bo neteweya Kurd kirine. Ronahî û Roja Nû ji bo dîroka çapemeniya kurdî cihek pir bi nirx û hêja digirin. Nemaze di warê peyvnasî û zimanê peyamnêriya bi kurdî, ji bo zarav du lêvegerên sereke ne. Bêgoman, ji bo ziman û rêzimana kurdî du gencîneyên dewlemend û girîng in. Di dîroka weşangeriya kurdî de hîmê rastnivîsîn û kurmanciya nûjen in û hem çavkaniya weşangeriya bi kurdî ne. Herdû bira xwediyên dibistana geşkirin û hişyarkirina hizr, raman û hestên neteweyî ne. Hîmên bingeha ramana azadkirina Kurd û Kurdistanê ne.
Hêjayî gotinê ye ku ev qûnaxa dîrokî bi qûnaxa Bedirxaniyan bê binavkirin. Ji ber ne tenê xebata wan di ber çande, ziman, raman, civak û toreya kurdî de cihê serbilindî û şanaziyê ye. Belê, roleke pirî mezin di geşkirina hêvî û hestên neteweyî de lîstine û bandoreke mezin li Kurdên Binxetê (Kurdistana rojava) û bi taybetî li Kurdên Şamê kirine.
Piştî ku Fransiz di sala 1946an de, ji Sûriyê derketin, herdû kovarên (Hawar û Ronahî), li bajarê Şamê, û (Stêr û Roja Nû), li Beyrûtê û belavkirina pirtûkên kutubxaneya 'Hawar'ê tevgera rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê ne rawestiha. Di wê navê de, çend pirtûkên hêja derketin, weke: Dîwana Cegerxwîn a yekemîn (Agir û Pirûsk 1945), çîroka (Cîm û Gulperî-1947), (Sewra Azadî-1954), (Reşoyê Darî- 1956), (Gotinê pêşiya-1958) û nivîskar Osman Sebrî jî nemerdî nekiriye (Elfebeya Kurdî-1954), (Derdê me-1956), (Bahoz-1956), û zimanzan Reşîdê Kurd (Rêzimana zimanê kurmancî-1959), û Rewşen Bedirxan (Rûpelin ji toreya kurdî-1954), (Nama gelê Kurd- 1954)..û hwd belav kirin.
XELAT
