Ziman Rastiya Resentiya Gelan e

Ziman Rastiya Resentiya Gelan e

Nivîs: Hozan Efrînî

Girîngiya Ziman Ji Gelan Re

Ziman rastiya resentiya gelan e, rastiya parastina destkeftên netewa ne, rastiya xwedîderketina li dîroka neteweyên jêr dest e. Ziman ango jiyan bi taybetî ji bo gelên ku li jêr gef û hereşeyan de ne û bi taybetî gelê kurd li Kurdistan û cîhanê.

Gelên cîhanê di hemû salekê de ku di 21 meha sibatê d, roja zimanê dayikê ya cîhanî pîroz dikin û xwedê lêderdikevin.

Girîngiya Ziman Ji Gelê Kurd Re

Gelê Kurd ji hezaran salan ve, ji bo parastina ziman û çand û wêjeya xwe li ber xwe dide û xweragiyê dike û qurbaniyan bi bê wêne dide, ev hemû ji bo parastin û mandina ziman û çand û wêje û hunera neteweya kurdî ye.

Ji ber wê yekê, pêwîste mirov xwedî li zimanê netewî kurdî derkeve. Di malên xwe û dervayî mal û li her derê zimanê kurdî bikar bînin û bi serbilindî bi zaraveyên kurdî bipeyvin, ji berk u ziman berhemeke netewî gelek girînge.

Hebûna mirovan û serwerî û serbilindî û mêrxwesî û cudabûna mirovan bi riya xwedîderketin û parastina li ziman û çand û wêje û hunera neteweyê xwe ne. Neteweya kurdî jî, îro bi vê roja zimanê dayikê yê cîhanî yê pîroz, xwe derdixe hole û serfirazî bi zimanê xwe yê kurdî dike.

Roja Zimanê Kurdî Û Zaraveyên Kurdî

Li her çar aliyên welatê rojê (Kurdistan)ê zimanê kurdî tê pîroz kirin, wek hûn dizanin ku cejina zimanê kurdî di 15ê gulanê de ye û ji aliyê tevahiya gelê kurd û Kuridstanê vet ê pîroz kirin û girîngiyeke taybet jê re tê dayîn.

Zaraveyên sereke ên kurdî li gorî zimanzanê kurdî yê Rojavayê Kurdistanê mamoste Biradost Mîtanî ev in :

1- kurmanciya jorîn (weke ya me kurdên Rojava ye)

2- kurmanciya jêrîn(Soranî)

3- kurmancikî yanî Dimilkî yanî Zazakî

4- Hewramî

5- Kelhorî

6- Lorî.

Hinek zimanzan dibêjin ku Goranî jî zaraveyekî kurdî ye û ne devok e.

Tê wê wateyê çiqas zimanê kurdî dewlemend û zengîne. Lê li gorî wê jî, em ti girîngiyê jê re nîşan Nadin û em xwedî lêdernakevin wek pêwîst.

Xemsarî Li Hemberî Vejandina Zimanê Kurdî

Lê mixabin gelek ji kurdên me yên li Bakur û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hene, piraniya nivîsên wan bi zimanên ne kurdî ne, serbarî ku piraniya wan zimanê kurdî baş dizanin û dikanin binivîsin û bipeyvin, lê diyare ku şarestaniyetê di zimanên biyaniyan de dibînin û zimanê kurdî bi bê wate dibînin.

Pêwîste ku em wek xelkên kurd li Kurdistan û li dervayî Kurdistanê, em vê mijarê bînin rojeva xwe. Navê gelê me Kurd e, Zimanê me Kurdî ye. Welatê me Kurdistan e. Ji ber wê yekê, erkê me kurda ye ku em bi kurdî bixwînin, binivîsin, bipeyvin, biramanin û jiyan bikin bi serfirazî.

Bangewaziyek Ji Dîrokê Re

Ez li vir wek sernivîserê malper û kovara Xelata Kurmancî spasiya wan kurdên me ên ku heya niha bi kurdî dinivîsin û dixwînin û nirxê zimanê kurdî bilindtir dikin û diparêzin. Lê di vê bare de, bangewaziyeke min heye ji wan kesên kurd ku girîngiyê Nadin bi zimanê kurdî;

Hûn jî dizanin ku di vê dema hestyar de, nirxdayîn bi zimanê kurdî, tê wê wateyê nirxdane bi destkeft û resentiya doza neteweya kurdî ya rewa ye.

Xwedîderketine li fedekarî û qurbaniyên ku gelê kurd ji bo parastina doza xwe pêşkêş kirine ye.

Ez bi hêvî me ku hûn hewil bidin ku zimanê kurdî di nivîs û xwendin û helwêstên we de, babeta yê sereke be.

Bawer bikin ku mirov bi ziman û çand û wêjeya xwe heye, eger ev 3 tişt nebin, girêdana mirovan bi resentiya neteweya xwe ve lawaz û bê wate dibe. Ji ber vê jî, ev erkê me giştikan e ku em xwedî li parastin û vejandina ziman, çand û wêjeya kurdî derkevin û pêşbixin û biparêzin.

 

Xelat