Gelo dibe ku bandora peyvê ji ya çekê bilindtir bibe?
Nivîskar: Ferho Ferho
Gelo dibe ku bandora peyvê ji ya çekê bilindtir bibe?
Belê...
Dibe ku bandora peyvê ji ya çekan bihêztir be, û di bîrdanka demê de bihtir bimîne.
Çek gewdeyê mirov birîndar dike,lê peyv destên xwe li ser giyan dipelîne.
Dibe ku gule mirovekî bîna xwar ,lê dibe ku peyveke bitenê bêhêviyekê bîne xwar ,an omîdekê vejîne, yan raperînrkê di dilê welatekî de vêxe.
Peyv ne tenê tê guhdarkirin ,lê ew tê hiskirin jî.
Dibe ku pirekê di navbera du dilên ji hev dûr ava bike, dibe ku dîwarinan ji zikreşiyê biherifîne û wêran bike bêyî ku dilopek ji xwînê were rijandin.
Çiqas ceng hene ku bi axaftinekê dest pê dikin, û çiqas ceng hene ku bi peyvekê bi şêwazekî aştiyane bidawî dibin.
Çiqas mirov hene ku li ser qeraxa şikestin û binkeftinê ne, lê bi peyveke nerim û hestiyar weke gulan dibişkivin.
Pêdiviyê çekê bi destekî heye ku wê hilgire, lê pêdiviyê peyvê bi giyanekî rast heye da ku mîna ronahiyekê di dilan de derbas bibe û derdorê ronî bike.
Dibe ku peyv di pirtûkekê de deng vede, yan di pêşedariyekê de were giftugokirin, yan weke rêbazekî were sazkirin û di nav nifşan de jiyan bike, lê çarenivîsa çekê bi demê re zincargirtin e...
Lê eger peyv bi rastî ji warê xwe derkeve, di asoyan de tê dubarekirin,û bi demê re gewre û mezin dibe.
Gewretirîn guhertin di dîrokê de tenê bi qerebalixa cengan nayê bidestxistin, lê bi hizirekê jidayik dibe, ji peyvekê têgihiştin û zanînek çê dibe, û ji têgihiştin û zanînê guhertin jî ji dayik dibe, ji ber vê , erê ...
Dibe ku peyv ji çekan bihêztir be, ji ber çek metirsiyê çê dike, lê peyv baweriyekê çê dike, çeke xwe bi kotekî li ser mirov neçar û disepîne, lê peyv mirov rizgar dike. Di dawî de tişta ku dimîne ne dengê guleyê ye...lê ew dengê vedenga peyvan e.
Xelat
