Konê Reş sersala Kurmancî li we pîroz dike
Îşev Sersala Kurmancî ye..
Sersala Kurmancî bi 13 rojan pey Sersala Zayînê ye..
Ta berî 50 salî jî, li gundê me Doda pêşwaziya Sersala Kurmancî, dihat kirin..
Min bixwe jî, pêşwazî û beşdariya wê kiriye.
Êvara sersalê xortên gund, xwe didan hev, yek ji nav xwe dikirin (Qirdikê Sersalê), û yekî li tembûrê dixist..
Di nav ken, reqis û henekan de, mal bi mal digeriyan..
Mala ku diçûnê digotin: Serê salê binê salê Xwedê lawekî bide kebaniya malê..
Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê..
Sersala Kurmancî li we pîroz be..
13/1/2025
Konê Reş / Qamişlo
XELAT