Mesela Kurdane û bi serê Kurdan hatiye..

Mesela Kurdane û bi serê Kurdan hatiye..

Nivîskar: Stran Ebdulah

 

Erkê me ye ku em li her beşekî Kurdistanê, di her karesatekê de ku em pê re rû bi rû bimînin, bi gelê xwe re bin. Hevgirtin û piştgiriya hevdu ji bo mayîna me îksîra jiyanê ye.

Mijar ne nav, reng, cih an sernavê aliyekî an aliyan e, çi li Eşrefiyê be, yan li Kerkûk û Silêmaniyê be, mesele sengerê Kurdbûn û Kurdayetiyê ye, ku sernavê wê heq û dadperwerî û azadî ye. Mesele wek ava zelal  û şîrê helal a dayîka me ye. Em ê li welat û li derveyî welat û li dîasporayê bersiva wê bidin.

Neteweyên serdest ji sed salan zêdetir e ku navên nerewa li vê aloziyê dikin. Navên caran wek eşqiya û kevneperest davêjin û yê îro bi navên rengereng yên çep û rast ku qet li meseleyê naguhere.

Ji bo gelê me, bi jin û mêr, bi keçan û kuran, qible rewatiya meseleya Kurdî ye û di sedsala 21an de tiştek nikare vê rewatiyê bixe ber pirsyarê. Gereke ew bi xwe jî tevlî van rastiyên Kurdane de bibin.

Ew parastineke rewa û parastina rûmetê ye, ji ber vê yekê ew mafê me ye, dema me ye û şansê me ye.

Ev sedsal ya me ye ku dikare ya me hemûyan be. Ne wekî sedsalên we ye ku yek reng û monopol bû.

Sedsala Kurd weku Kurdistana xwe rengîne, wek cilên xwînî yên şehîdên ala sor û wek ferehiya pêkhateyên xwe dewlemende.

Em bi gelê xwe yê li Rojava re ne û li gel çeperên rewa yên mafên neteweya xwe re ne, her wext û li her cihekî ku ew tevbigere û bersiva daxwazên xwe yên dêrîn bide.

 

Xelat