Rewşa Kobanî aloztir bû ye

Rewşa Kobanî aloztir bû ye

Derbarê rewşa Kobanî de, jêdereke agahdar ji Xelatê re ragihand: Rewşa Kobanî heya niha jî, hîn wek xwe maye, dorpêçkirin dirêjpêder e, kêmbûna xwerak her diçe ber nemanê ve diçe, mazot û neft û benzîn her diçe kêmtir dibe û bazar gelek buhabûne û alozî roj bi roj berferehtir dibe.

Wê jêderê da zanîn ku tiştê herî dijwar, rewşa zarok û kal û pîran e, zarok ji ber sermayê jiyan ji dest didin û kal û pîr jî bi heman awayî ji ber derma û nebûna dermanan ve dinalin.

Li Kobanî, ne şîrê zarokan, ne jî madeyên xwerekan û ne jî madeyên sutemenî û xaz jî di nav de, di bazaran de neman û eger hebe jî, bi nirxên gelek giran û buha didin bi xelkên hejar.

Ev rewşa wê her biçe ber bi nelibariyê ve biçe, lê tiştê ku wek erk li ser milên aliyên kurdî ewe ku vê rewşê bi riya ragihandinan geşe pê bidin û daxwazên xwe ji aliyên peywendîdar re pêşkêş bikin. Û bi taybet Amerîka û Firansayê tako vê rewşê ber bi aramiyê ve bibin û dorpêça heyî ji ser Kobanî rakin.

Xelat