Kezî
Helbest: Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)
Keziyên te,
zeviyên zeytûnên Efrînê ne.
Keziyên te,
zeviyên guliyên genimê Cezîrê ne.
Keziyên te,
zeviyên pemboyê Kobaniyê ne.
Keziyên te,
gurzên gulan di destên evîndaran de ne.
Keziyên te,
barandina barana şahiyê ne.
Keziyên te,
refên kevokên aştiyê ne.
Keziyên te,
hûnandina xewnên dayik û bavan e.
Keziyên te,
daristanên bîr û baweriyê ne.
Keziyên te,
roj û ronahiya serdemê ne.
Keziyên te,
xêzên zanista berxwedanê ne.
Keziyên te,
benên hêlana zarokan e.
Keziyên te,
temriya çiyayên Kurdistanê ne.
Keziyên te,
kulîlkên dara spîndarê ne.
Keziyên te,
kulîlkên dara biyê ne.
Keziyên te,
kulîlkên dara sicê ne.
Keziyên te,
gurzên nêrgiz û sosinan e.
Keziyên te,
toprîhanên ser balkon û keviyên penceryên dapîr û bapîran e.
Keziyên te,
pel û şaxên darên merxê ne.
Keziyên te,
hevrîşma teşiya dayikan e.
Keziyên te,
qenewîçên ser balîfên bûk û zavan e.
Keziyên te,
qamîşê li derdora gol, gelî û avzênkan e.
Keziyên te,
zozan, gulistan, baxçe û havîgehên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê ne.
Keziyên te,
sûlavên Meydankê, Bêxalê, Kanî bel û Tortumê ne.
Keziyên te,
Kanî, çem û rûbarên Kurdistanê ne!
Xelat
