ŞITLA RIHANÊ
Helbest: Dilciwan Helbest

Rihan ez li berîyê, tu li zozanî,
Carekî ji caran te ne got, tu kanî,
Bêje ez mîhim û wele tu beranî,
Lê kul û mereqa dil te bi cî nanî.
Ew kul derdê te bimin re bûne xeyal,
Di xewnê şevê de li cem te me heval,
Serê sibê radibim ku wa ez li mal,
Çima te nabînim Rihana pir delal.
Wan birhê qeytanî û çavê reş belek,
Ew xan û manê gerdenê porê xelek,
Kul û kederê dil kirine pir gelek,
Te tiştik di min de nehişt bese felek.
Ji xem û derdê te ez kerrim û gêjim,
Ma ez vî derdê xwe ji kêre bibêjim?
Ezê bi kêrê vî dilê biqelêşim,
Eşq û mereqa te tevî jê bavêjim.
Ew eşqa te bû ewrek tarî li hewe,
Dibêjim: Dilo bese “Lê pir bedewe,
Min xifşek dît û da dûv gelo ma ewe?
Li xanê gerdenê biner ew bi xweye.
Ev eşqa wê gelek dijwar û şewate,
Ez dîn û har kirim berdame welate,
Tiştê bi serê min hatî tev afate,
Lê ez qet jê navegerim ev xebate.
Eşqa xelkê heye lê ne wek ya min e,
Vaye bejna xemilandî tê ew amine,
Min dora xwe ser danî nîşan û hine,
Li bexçê gula, gul çîçek û sosin e.
5.12. 2025.
Xelat
