Silêmanî: Dibîstana Amude piştevaniya Rojava dike

Silêmanî: Dibîstana Amude piştevaniya Rojava dike

Îro Yekşem 25/1/2026, xwendekarên dibîstana Seretayî ya Amûdê ya li kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê a li bajaroka Erbet a Silêmaniyê bo piştevaniya berxwedana Rojava rêze çalakiyên cubicur pêşkêş kirin.

Çalakiyên dibîstana Seretayî ya Amûdê bi amadebûna rêvebera Perwerdehiya Rojhilat a bajarê Silêmaniyê xatûn (Roza Şêx Reûf), rêveberê dibîstana Amûdê (Hêmin Hatim), şandeke Encumena penaberên Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya (Hozan Efrînî), berpirsê komîteya YNKê yê bajarê Erbet kak (Helkewt), Rêveberê kampê kak (Peyam) û berpirsên îdarî û emnî yên kampê birêveçû.

Rêvebera Perwerdehiya Rojhilat a bajarê Silêmaniyê (Roza xan) li ser qurbanîdan û berxwedana Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir.

Her weha jî serokê Encumena penaberên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî gotarek pêşkêş kir û stayîşî piştevaniya hemû gelê kurd li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî Silêmaniyê ku li ser piyane bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê û her weha spasiya rêveberiya bajarokê Erbet û rêveberiya kampê û rêveberiya dibîstana Amûdê û mamostayên wê kir li ser ev çalakiya bi nirx û destpêkirina kempînekê ji bo alîkariya xelkê berxwedêr a Rojava.

Her weha di bin çavdêriya mamosteyên xwe de ji aliyê xwendekarên dibistana Amûdê ve çendîn çalakiyên hunerî jî hatin lidarxistin û sirûda neteweyî hate gotin.

Di dawiyê de, keçên vê dibistanê, wekî rêvebera perwerdehiya rojhilat, #Şoko_Kezî pêşkêş kirin û porê xwe kirin Kezî.

Xelat/ Foto: Bêstûn