DIBISTANÊN GUNDAN
Nivîs: Salih Heydo
Di salên 1950 an de gundên devera me bi pirranî bê dibistan bûn,tenê dibistana gundê Çaxirbazar hebû ew jî di sala 1948 an vebû,piştî derketina Firensa ji Sûriyê bi du salan .
Çaxir bazar jî nuqteya derekan lê bû û bi deh diwazde kîlometran dikete bakur-rojhilatî gundê me. Kêm-kêm hin dibistan li hin gundan hebûn û gundên devera me bi sedan hebûn û li xurro kurd bûn .
Lewra dibistana gundê me di sala 1950 î de hate avakirin ew jî bi saya keyayê Gund apê me Hisênê Hecî Elî,çiku gelekî guh dida xwendinê û ji zanînê hezdikir,wiha jî pirraniya zilam û rîsipiyên gund dixwestin ku zarokên wan bixwînin.Dema dibistana gundê me vebû ji gelek gundên derdorê yên hevsînor şagirt dihatin xwendinê û di sibehên zû yên zivistanan de di rêyên axê û heriyê de xwe digihandin gundê Hesê Ûso.
Lewra zarokên gundê Bella Fetah,Xirbê Hisî,Çolmeyê Gabaran,Werdiyê ,Silinder,Xirbê kejê,Nayfê Menteş,Nayifê Hellûş,Şêx Fatimê,Girikê Deqoriyan pirr-hindik dihatin xwendinê û pirraniya wan mafê qelem û defteran bi wan re tune bû çiku hejarî û xizanî bû.
Her wiha di buhara sala 1952 an de xelkên gund yên xwedî pez derketin koçeriyê li devera Çiyayê Evdilezîzê Geylanî di hingî de keyayê gund zarokên dibistanê di gel mamoste hemî bi xwe re birin konên koçeriyê û ew di konan de radizandin û bi xwarin û vexwarin dikirin û dibistan li koçeriyê vekiribû û digot : Bera xwendin li zarokên me nere û bi vî awayî du mehan li konan ew bi xwendin dan.
Gundê me jî ji gundên herî mezin bû di deverê de û gelek rêz û rûmeta mamosteyên ku ji hundirê Sûriyê dihatin digirtin û ew bi nan,xwarin û cih û war dikirin di gel gelek tiştan ji dahatiyên xwe yên xwemal di dawiya sala xwendinê de didane wan weke: Hiriya pez,genim,rûnê malê û hêkên mirîşkên kurmanciya û diyariyên dîtir,tevî ku ew mamoste ne kurd bûn jî.Lê rêza wan dihate girtin.
Ji mamosteyên salên 1950 an ev bûn: Ferîd Qamû'i ji Laziqiyê bû,Se'îd Kellas ji Hemayê bû,Nedîm Taha Ebûl cedayil ji Misyaf bû,Atif Sofî ji Misyaf bû û Mihemed ji Miyadîna Dêra Zorê bû.Di sala 1958 an de yekîtiyek di navbera Sûriyê û Misrê de çêbû û heya sala 1961 ma sê salan berdewam kir di hingî de serokkomarê Sûriyê Şukrî Qewetlî bû ku bi nijadê xwe kurd bû û serokatiya herdo welatan Cemal Ebdunnasir kir ji ber Şukrî Qeqewetlî destilatdariya xwe ya serokkomariyê Radestî Cemal kir û navê wê bû komara Erebiya yekbûyî.
Her wiha di wan sê salên yekîtiyê de bû hişkesalî û dilopa baranê nehat,dunya hemî toz û icac bû, êdî xelkê Cizîrê di xizanî û belengaziyeke zor dijwar de man nema nanê tisî bi dest wan diket û ji kêmtewaşî û nexwarinî pirraniya pirtir şevreşkî bûbûn,gelekan keriyên pezên xwe bi erzanî difirotin û hinan jî kel û pel û firax-miraxên xwe û tejik û mehfûr yên malê ji neçarî difirotin,her wiha weke xewna şevê tê bîra min berreke me ya ecemî pir giranbuha û spehî hebû Diya min rahijtê ku wê bibe bajarê Amûdê bifiroşe,ez jî zarok bûm di gel wê ez çûm û em wê şevê li mala xalê xwe Mihdî bûn mêvan.Roja dîtir diya min û xalê min ew berra Ecemî daxistin herracxaneyê ji bo firotinê.
Zilamekî dellal hat rengê wî heya nuha li ber çavê min e ,bi kum û koloz û kejiya hemawî û şerwelekî fireh di gel piştwînekê û pêlavek palaxî di lingan de bû û simbêlê wî stûr û boq û badayî bûn û yelekek jî lê bû min dît diya min got: Ha vaye Mihemed Emînê Baqolînî yê dellal hat , ka bê berra min î ecemî bi çi bide ber bazarê û got: Heyfa wê, û bi kul û xem keserek kişand û got: Wele Berrê tu ne ya firotinê ye lê xwedê mala tunebûn û belengazî û xizaniyê wêran bike!) Her wiha ew berr bi sed lîreyê sûrî hate firotinê tevî ku pirtirî sêsidî hêja bû û diya min hate malê bavê min genim û hin tiştên dîtir bi wî sed lîreyî kirrî,lewra Keriyek pezê me jî hebû bavê min ew jî gelekî bi erzanî firot,tenê du kavirên berendîr yên berzane hiştin yek kew bû û ya dîtir qer bû ji me re hişt ku em mast û şîrê wan bixun.
ji xwe Cemal qanûnek derxistibû ku bizin qaçax in û kesê bizinek li cem hatiba dîtin yekser ew ceza dikirin û bizin jî desteser dikirin,bi tilama ku şînkayiya ku hebe jî bizin wê dixun û bi vî awayî xelk sê salan ku digotin: Salên Cemal di rewşeke perîşanî,birçîbûn,xizanî,belengazîyê de man û ji ber tunebûnê, birçîbûnê şûjin dialastin û gelek ji xelkê bi çol û polan ketin qene karekî ji xwe re bibînin,lewra bi pirranî û koçmalî çûn deverên ber çeman ku herin pembo biçinin li deverên Dêra zorê û keviyên çemên Xêbûr û Ferêt,her wiha malbata me jî yek ji wan bûn ku çûn Tiltewîlê Merşo li ber ava reyyê pempo biçinin,di hingî de ez xwas bûm û bi tena kirasekî qetyayê bûm ji cawê hêmî yê herî qelp û erzan.Lewra ev reng perîşanî tê bîra min.
Di serdema yekîtiya Sûrî û Misrê de, Kurdan bi taybet gelek zulm û zordariya netewî jî ji ber polîs û ajanên dewleta yekbûyî didîtin,her tiştên taybetmendiyên kurdî ban qedexe bûn ji navan,xeberdana bi zimanê kurdî,cil û berg û tapokirina erd û eqaran û heya dengê stranên radyoyên kurdî ku di wî hingî de radyoya kurdî li Bexdayê û radyoya kurdî li Tehranê û radyoya kurdî li Yerîvanê hebûn.
Ji ber polîs û ajanê nivîsgeha duyem ( mebahisê Meket sanî) bi şev jî li nav malan digerriyan û mala şewqa wê heya piştî mexribê vêketî ba xwedê ji wan biribû û diketin ber pirs û pirsyar û cezadan û zindanê de ku du kurd bi hev re ban di dews de ew digirtin û digotin: Hûn çivatan çêdikin ne?! û ew digirtin û dibirin reşbendên reş û tarî bi lêdan û peyvên bêrêzî di gel gef û gurrên hozên Ereboşkên koçer yên derdorê ku xan û manên kurdan li hev par dikirin û li bendeyî talan û destdirêjiya ser keç û bûkên kurdan û diziyê bûn û bi ser vê rewşa herî xerab û reş de jî mamosteyên dibistanan hemî ji Misrê dihatin û pirraniya wan ajan û bê sinc û torre bûn.
Lewra li gundekî ji gundên devera me dibistana wan di sala 1958 an de vebû ,odeyek bi tenê bû û ji kerpîç û herrî û mircaqan bû,her wiha xelkên wî gundî jî gelekî xizan û birçî û rût bûn û bi ser halê wan de jî sê salên hişk û ziwa bi ser wan de hatin êdî pariya nên tunebû ku bixun ,dema Mamosteyê Misrî hate gundê wan berdanê û ew nehewandin û gotin: Em ji birçîna dimirin,em ê çilo vî mamosteyê Misrî ku tajiyê ji tajiya ye xwedî bikin!? Û ew gund sê salan bê xwendin man ji ber tunebûn û nangiraniyê.Lewra ev rewşa xerab heya nuha li ber çavê min e.
Her wiha ji sala 1958 an û virde ,di serdemên yekîtiya Sûriyê û Misrê de ji Cemal Ebdinnasir û virde Ku ev serok Desthiladarê Sûriyê bûn: Nazim El-qudsî,Emîn El -Hafiz,Nûreddîn El-Atasî,Hafiz El- Esed û kurrê wî Bişar de kurd gelekî tûşî zulim û zora neteweyî bûn û gelek zagonên tunekirin û mandelêbûn û şovînîperest û guherrandina demografî li ser milletê me hatin çesipandin weke kembera erebî ku pirtirî 300 kîlometran bi sînorê bakurrî kurdistanê re kişandin û bi kûrahiya 10-15 kîlometaran ji zeviyên rojavayî kurdistanê bi sedhazarên dolimên zeviyên çandinyê desteser kirin ,kurd jê bêparkirin û pirtirî 40 gundên mezin tê de avakirin û erebên parêzgeha Reqayê û dora Helbê anîn û ew tê de bi cih û war kirin ,serjimêrya kişandina bi sed hezaran nasnameyan ji kurdan,guhertina navên gund û bajar û bajarokên kurdan ,qedexekirina ziman û çanda kurdî ,ne pijirandina navên zarokên nûzayî bi kurdî di koçelên tomargehên nasnameyan de,dûrxistina karmendan di koçelên fermî yên dewleta Be'is de û lêpirsînên ajanan yên rojane di derheqa xortên kurdan de û zindankirina bi salan di qawîşan de bê dadgeh û darizandin di gel dûrxistina û qewirandina xwendekar û şagirtên kurd ji dibistanan,peymangehan û zanîngehan.
Belê ev in hindek ji wan bîrhatinên min yên wê serdema tarî û reş in ku min xwest ez wan bi qelema xwe biparêzim û radestî nifşên me yên nû bikim û di bext û torê rûpelên dîrokê de bi cih bikim.
Xelat
