Çarenivîsa 17 penaberan li ser riya Ewropayê nediyare

Çarenivîsa 17 penaberan li ser riya Ewropayê nediyare

Nêzîkî 9 mehane 17 penaberên Sûrî ku ji wan 5 Kurdên Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê jî hene ku zarok jî di nav de ne li nava ormanên di navbera sinorên Yunan, Romanya û Bulgariya de winda bûne.

Di vê derbarê de Çalakvan û Lêkolînerê Siyasî yê Kurd (Zekeriye Dado) taybet ji malpera Xelatê re ragihand ku, 5 ji wan penaberan xelkê Efrînê ne ku 2 zarokin û ji gundê (Cilbirê û Bênê) ne û dema agir bi ormanên Yunanistanê ketiye çarenivîsa wan windaye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku, dewleta Yunanê xeber daye welatên Ewropî û polîsê enterpolê li dûv wan kesan digerin ku toreke kaçaxciyên penaberane û bûne sebeba windabûna wan 17 kesan.  Her weha xwediyên windayiyan ji hikûmeta Yunanê xwestine ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

 Zekeriye Dado got jî; Yek ji sedemên windabûna wan kesan ewe ku havîna borî agir bi daristanên navbera Yunan û Bulgariya û Romanya de ketiye û ew tora mafya ya kaçaxciyên penaberan dev ji wan  berdane û ew penaber bê rêber mane û riya xwe di nava ormanên fereh de winda kirine û çarenivîsa wan diyar nîne.

Zekeriya Dado eşkere jî kir ku, haya wan heye ku ew kesên ku bûne sebeba serê windabûna wan 17 penaberan hin ji wan ji aliyê polîsê enterpolê ve hatine girtin.

XELAT