Guhertinên Mekteba Ragihandinê û Hişyariyê hatine cîbicîkirin

Guhertinên Mekteba Ragihandinê û Hişyariyê hatine cîbicîkirin

Îro roja çarşemê 27/3/2024 di merasîmekê de li baregeha mekteba ragihandinê ku, bi amadebûna berpirsê mekteba ragihandin û hişyarî Îmad Ehmed û berpirsê bordê ragihandinê Letîf Nêrweyî  û amadebûna hêjmarek ragihandkar û rojnamevan, guhertinên mekteba ragihandinê û hişyariyê hatine cîbicîkirin.

Di merasîmê de Îmad Ehmed bi hûrgilî behsa erk û rola ragihandinê di qonaxa nû de kir û daxwaz kir ku hemû di astê bawerî û berpirsyartiya qonaxê de bin. Her weha Letîf Nêweyî ji aliyê xwe ve balkişand ser giringiya erk û qonaxa nû her weha xizmetkirina daxwazên gel.

XELAT