Karên `Sekoya Kurmancî` girîng hat nirxandin

Karên `Sekoya Kurmancî` girîng hat nirxandin

Îro roja çarşemê 29-5-2024`an li bajarê Silêmaniyê, kesayetiyan sardana Sekoya Kurmancî kirin û xebat û karên Kurmanca gelek bilind nirxandin.

Di pêşwaziya mîvanan de, sernûserê Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê sernûserê Xelatê Dawud Çîçek amade bibûn, pêşwazî li mîvanên sekoya Kurmancî kirin ku pêkhatibûn li her yek ji siyasetmedar û endamê berê yê serkirdeyetiya YNKê rêzdar Dr. Bêstun Saburawayî û şandeke penaberên Rojavayê Kurdistanê ku pêkhatibûn ji (Ferîd Mihemed û Mesûd Mihemed û Mehmûd Mihemed û Bekir Teho).

Ji aliyê xwe ve, rêzdar Dr. Bêstun Saburawayî destxweşî li kar û xebatên sekoya kurmancî kir û hêvî xwest ku di erk û karên xwe de herdem serkeftî û serfiraz bin.

Piştre jî rêzdar Ferîd Mihemed Beyrem jî salvegera yekemîn a damezrandina Sekoya Kurmancî pîroz kir û kar û xebatên Sekoyê gelek bilind nirxand ku di xizmetî doza gelê kurd de ye û bi taybetî xizmeta çand û huner û wêjeya resen a Kurmancan dike.

Hêjayî gotinê ye ku di 30-6-2023`an de, Sekoya Kurmancî ji aliyê mekteba ragihandina YNKê ve hat damezrandin û ragihandin ku taybete bi kar û xebatên rewşenbîrî û çand û huner û wêjeya resen a kurmancan e.

XELAT