Duhok; zêdetirî 700 koçber vegerîne Şengalê

Duhok; zêdetirî 700 koçber vegerîne Şengalê

Zêdetirî 700 koçberên kampeka Duhokê vegeriyan warên xwe li Şengalê.

Wezareta koç û koçberan a Êraqê ragihandiye ku, li kampa Îsan ya li parêzgeha Duhokê 732 koçberên kurd vegeriyane warên xwe li navçeya Şengalê.

Amaje bi wê yekê jî kiriye ku, alîkariyên darayî û mirovî pêşkêşî wan koçberan têne kirine û çendîn pêdiviyên wan tên dabînkirin taku li cih û warên xwe bi aramî bijîn.

 

XELAT/ PUKMEDIA