RÊYA BÊ DAWÎ

RÊYA BÊ DAWÎ

Helbestvan: Seyrana Celad

 

Rê ku ez vê ve dimeşim hê nîvî ye.

Û ez hîn negihîştime dawiya pîroz.

Dibe ku dawî tune be.

Dibe ku ev e pêvejoya armanca min?

Her gav bîranînek e,

Her şop peyvek e,

Bi wan ez çîroka xwe didomînim.

Carinan ez li paş xwe dinêrim û rêz ên nivîsandî  dibînim,

Ku hebû dem min li ser wan ve meşiyaye.

Ewan jiyana xwe dijîn,

Bi bêhna axavtinê, bi bêdengiya min,

Û ez dizanim ku ew li pêşiya min ve dibezin.

Ez difikirim ku dawî tune,

Ji ber ku ezê tim hebim di nav her  rêzikên nivîsên xwe de.

Ezê hebim!

Bi her afirandinên xwe de,

Bi her nefesan de,

Kîjan miyaser nebûye, lê rast e.

Û heke rojekê ez rawestim,

Dibe ku ew rawestgeh bibe destpêkek nû,

Li ser rêyek din, lê bi heman dil ve, giyan û bêhn ve.

 

Xelat