Vîn girt carekê?
Helbestvan: Hasan Kordede
Min ji cumle muhibek girt bi vîna canekê
Ez ji eşqa xanimê ketim tora yarekê
Pir kes hebûn weka min kor û poşman dane rê
Ew neghîştin por zera ne lav kirin carekê..
Sal û meh çûn di vê rê nema karim vegerim
Wek pira li ser ava nikarim jê dagerim
Wekî dînê ku ket rê nizanim kuda herim
Bûm nêçîvanê ahoyan dam şopa karekê..
Min xwest bighêm mebestê her ku ez çûm bi dûrket
Lê ku dijwartir neba ji dilê ew derneket
Tevî jehrê jê nema û dil hema bi pêy ket
Bû evîna hem demî nebû wek ya salekê..
Kezî tîto badane min dikêşin meqlediz
Dil û gurçik bi hevre şer dikine bi giz giz
Ez çûme ber dergahê nîva şevê wek xirxiz
Da bidizim ji bavê pê avakim malekê..
Çerxa felek dijware tê negîştim temen çû
Wek ahoya li çîyê dil bi keser ma li dû
Ev salên ku bihurîn hemî pêkve vala bû
Min got qey tê bighêm şanî wêkim xilxalekê..
Zêr û zîv û almazan te diyarin ji bo wê
Gava qebqeb dikî ew zû radibim ji xewê
Ez dinhêrim li davê ku xewna min derewê
Şax û newal pir bûne her yek didî dalekê..
Wek tê gotin li ba me bejna bilind wek çame
Evîndarê ku ne jîr wê zû bişkê ew xame
Wek şûşeya ku bê av zû şikî ya ew came
Hêştir l'xiyalekê hêştir banî l'xiyalekê..
18/03/2024-serzorî
****************************
De here beşaro?
Ger bi min kevî agir
Te vemirand û got vir
Tu rêberî kerê kur
Ma tê çikî bi perê pir..
Ji min keto,bi min keto
Wek sîpê li kerê keto
Viro navê te tim qeto
Li gel dijmin tir û vir..
Ma tê ji min ra çi kî
Xulî yê bi serê min kî
Dûva xwe bilûçî nî
Gepek nan çavên qir..
Ji dijmin re kole yî
Parasvan û ewle yî
Li dijî gelê xwe yî
Te xwîna min înkar kir..
15/03/2024-Serzorî
XELAT