Du peyvên hevalcêwî pêçikim ê pêşkim di zimanê kurdî de

Du peyvên hevalcêwî pêçikim ê pêşkim di zimanê kurdî de

Ferhengvanî 2

Du peyvên hevalcêwî

pêçikim ê pêşkim

di zimanê kurdî de

Helbestvan, romannivîs û roşenbîrê nûxwaz Merwan Berekat herdu hevalcêwiyên di sernivîsê de hatine rast ravekirine, - binihêre /bn/ wê nivîsê, çawa paşko di dawya vê şîkirinê /enalîz/ de – û xwandina wî karî plana min di roja 15.12.2023 de guhart, jiberku ew roja vehesa min bû. Diho min wergera Yasna 50î temamkir û min çend lêkolîn li ser pênasîna ’Stier der Tage, vom Frühlicht’ „Gayê rojan di zeraqê /tavzerk/ de„ bn. nivîsa “Ferhengvanî 1,Peyva zeraq” di Meta de. (zeraq di Ferhenga Taha  Mezher Mayî de, /FMa/, zereq hatiye nivisîn, bn r. 651)

Ez li vir dixwazim hevalcêwîtiya wan şîbikim û jikuhatina wan binimînim:

Peyva pêçikim ê lêkerekî hevedudanî dijware, pê- ji bi+wî/wê hatiye, b-dibe p  ji wî/wê her -ê dimîne, ango pê-. Ê  li vir cînavê /pronav/ kesa sisiyê /Anàpher/ û ew dibe pêşgirê dijwar /pd/, dikeve pêş raderan, pêrabûn, pêketin û bêjeyine nû peydadibin, zimanzanê kurd yê navdar, Çerkes Bakaêv, xwediyê pir lêkolînên giranbiha li ser zimanê kurdî, pd bitenê dinivîse, wek pê rabûn, pê ketin, pê kenîn, bn. (ЧБ,  c. 263)

Wateya pêçikm ’ti karê min bi wî/wê tine ye’

Çi  cînavê pirsyarkî ye.

K  reha dema niha /rdn/ ya lêkerê  kirin e

Im  cînavê kesa/ê yekê yê lêkerê bûn, ez im

Ê   cînavê kesa/ê, tiştê sisiyê ye

Û Pê çawa /pd/ nû di zimanê kurdî de

Pêşkim ê jî herweha li ser prînsîpa pêçikim ê hatiye afirandin, lê divê fonêmên ç û ş bêne zelalkirin.

Dengê č ya Ariya Kevn  (Îraniya kevn û îndoariya kevn) ji k – êya Îndogêrmaniya kevn peydabûye, (ALF, S. 31), Rastorgûyêva jî nivisîye, ku  dengên gelemper ên îranî *ç, *c di zimanê îranî kevn de ji *k, *g -yên Îndogermaniya kevn peydabûne (û dengên piştgewriyî û pêşgewriyî yên îndoewropî tevî xwe kirin).

Di zimanê farsya kevn /fk/ û mîdiya kevn /mk/ de *ç wek xwe bê guhartin dimîne (РФ, с. 59).

*ç di destpêka bêjeyê de di zimanê parthî ciyê xwe diparêze, lê eger dengdar di nav bêjeyê de be, çawa di parthî de, ç bûye j (ç > j) û di koma ziman û diyalêktên îranî nû yên bakuriya rojavayî de, ew têguhartin, ç > c, û di hin peyvên kurdî de ç dibe ş, (ç > ş) bn., (РФ, с.196) çawa di herdu hevalcêwêyên di sernivîsê de hatine.

Weha Hevalcêwîtiya pêçikm û pêşkim bi *ç û *ş  peydabûye.

Dengê *s di zimanên îndogêrmaniya kevn de piştî i-, u- û k- di ariya kevn de bûye ş, bn. (ALF, S. 31)

Awaya /metod/ bejejesaziya /derivation/ pêçikim ê (ê xomaliya navçeya lê peydabûye dinimîne, li vir navçeya Efrînê ta Serxetê, ku digîhne Entabê) û bêjeyên mîna wê neologizmê di zanstiya zimanzaniyê de dewlemend dike. Teşeniya /afirandina/ pêçikim desteketineke neteweyî nayab e, ew şanaziya bîra gelerî kurdî ye.

15./18. 12.2023

Husên Hebeş

husseinhabasch@gmx .de

Jêder:

Bona vê lêgerînê min jêderên kurdî, elmanî û rûsî bikaranîn, lê yên serekîn ev in

  1. (ЧБ) Ч. Х. Бакауев Язык курдов СССР, Изд. „Наука“, Москва 1973
  2. (ALF) Karl Hoffmann & Bernhard Forssman Avestische Laut-und Flexionslehre, Innsbruck 1996
  3. (РФ) В.С. Расторгуева Сравнительно-историческая грамматика западноиранских языков Фонология, Москва „Наука“ 1990
  • pd pêşgira dijwar
  • S. c. rûpel bi elmanî û rûsî

Paşkoya nivîsa hêja Merwan Berekat Merwan Berekat Ji Meta 15.12.2023

Peyva PÊÇIKIM

Peyva "pêçikim"ê, di devoka Efrînê de pir bi kar tê. Bi du şêweyan dilêvînin "pêçikim, pêşkim"".

Berî du rojan dostekî min ji herêma Qmîşlo ji min pirsî: We Efrîniya peyva "pêçikim"ê, ji çi zimanî biriye û wateya wê çi ye?

Ez destpêkê ji pirsa wî hinekî seyr mam! Lê min bersiva wî da.

Peyva "pêçikim"ê, peyveke kurdî û resen e. Pêşiyên me hevoka "Ez pê çi bikim?" Ango çî min jê ye? Bi peyva "pêcikim"ê kurt kirine. Li hin gundên Efrînê tîpa dengdar ç"ê, ya nerm bi tîpa dengdar "ş" ê diguhêrin û "pêşkim" dilêvînin/bi lêv dikin.

Bikaranîna peyva "pêçikim"ê:

Dema kesek ji kesekî din re bibêje: Gurgîn û birakê xwe şer kirin.

Yê din dibêje: Pêçikim/pêşkim.

Ev biwêjek li Efrînê tê gotin:

- Î TIM BIBÊ PÊÇIKIM PÊÇIKIM, EZ DÛVÊ KERÊ DI DÊV KIM.

 

XELAT