PERWAZ BIDIN HESTÊN AZAD
Helbestvan: Seyrana Celad
Heey benî adem, ka bêjin gelo hûn dikarin li ber baharê bigirin, ku xweneke nexşîn?
Dikarin bêjin ava çeman, ku neherikin?
Gelo dikarin bêjine ba, ku neke vizzîn?
Bêjin gelo hûn dikarin wisa bikin, ku hespê şê nekeve pêşbirka cirîdê?
Ne xêr hûn nikarin...
Wê demê çima dimiçiqînin kanîya dilê min û naxwezin biherike?
Çima hûn xeyal dikin, ku bahara jîna min nebişkive?
Çima qîrîniya ruhê min bi gef kerr dikin?
Çima dixwezin, wekî bayê nermik nebe mêvanê can û cergê min?
Çima dixwezin hespê min kihêl nebeze?
Bese êdî,
Dil dipirpite,
Gîyan winda ye...
Sebir emire?
Belkî, lê kanê barê wê şîrîn?
Berdêl didim, wisa jî tovê sebir ê nayê kom kirin, çêja barê wê nahêlin tehmkim.
Sebir qut bûye...
Bendewar bim?
Gelo çiqas?
Destûr nadim rêça min pîroz tar û mar bibe,
Destûr nadim ku evîna ber bi dayîk Kurdistanê li goşê dilê min de derxînin,
Ew kelaha min e ku wê ve xwe dispêrim.
Hestên azad perwaz bidin ber bi ezmanê hêşîn,
Bila bibişkive ruhê min de bahara şaneşîn,
Kes nikare li ber hîsên min e terxanî bigire,
Ku ji dilê min wek pirîskan dipeke.
Xelat
