Welatê Kurdan
Helbest: Biradostê Mîtanî
Welatê kurdan tev xêr û bêr e .
Nayê kiryarî bi zîv û zêra
Kurdin revîn , hiştin ji xelkê re.
Bi bîr tînin rojên ser me gêr e.
Wek komara Mehabad a pêr e.
Xwîşka wê Kurdistana sor, pê re.
Kurdin man ,berxwedan dan wek mêra.
Siwarên Mîdmîtanî wek şêra.
Bi şahsiwarî ,mêrxasî têr e.
Hêvî geş kirin , bi xêr û bêr e
Hevalê hêho, sil bû ji bêr re
Pakrewanan xak paristin, jê re.
Nû tê ,diraje kevçî û kêra .
Mehşerê xweş dike ji sifrê re.
Dixwaze bixwe û ew bêkêr e
Hebûn bêdestşil û ji çavdêra
Digotin şoreş demek ma jê re .
Nû zanin ku ev azadî xêr e.
Rojava bû rûmet ,yên ne pê re .
Bila zanibin ew man li jêr e.
Xisirîn, bûn ji deriyên xelkê re.
Girkê legê 16-6-2024z. 26-3-2636 kurdî
XELAT
