Negrî Ezdîxane, bese!

Negrî Ezdîxane, bese!

Helbest: Eskerê Boyik

 

Bese, em çiqas giryan, bese,

Hêsirê me bûn çem kișyan, bese,

Derya bi hêsirê me șor bû bese,

Dinya bi xûna me sor bû bese!

Em çiqas riya da wunda bûn bese,

Em çiqas li dinê bela bûn bese!

Șengal benda me ye, bese,

Kê Șengalê avake, bese!

Bi borborê Șengal ava nabe, bese,

Awropa Șengalê xilas nake, bese,

Aweopa Șengalê vala dike, bese,

Ȇzdîxanê bela dike, bese!

Em gerekê derdê xwe dermankin, bese…

Bese em gunê xwe ustiyê xelkêkin, bese,

Gerekê em Welatê xwe șênkin, bese,

Ziyaretê xwe bi destê xwe çêkin, bese!

Bi kenê zaroka welet tijekin, bese,

Keç-xorta bi evînê șakin, bese,

Dewata bikin,

Jiyanê ji bin mirinê rakin, bese!

Tendûrê xwe dîsa dadin, bese,

Nan bipêjin û duakin, bese,

Duekin ku em hene…

Li nav rehma dinê da ne, bese,

Kujarê me nelet û nifir û zinê ne, bese,

Em dijîn, ew ber mirinê ne, bese…

E‘mir bi kar û jiyan e, bese,

Hișyar be Ȇzdixane, bese,

NegrÎ Dayka me, negr, bese,

Dema girî nîne , ber te jiyan e bese!

03.08.2016

 

XELAT