Festîvala olî ya `hezar defî` li Rojhilatê Kurdistanê birêveçû
Li gundê geştyarî (Degaga) ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê merasîma hezar def birêveçû ku têde hêjmarek ji defjenên kur û keç di temenên cuda de beşdarî têde kirin.
Ev festival salane roja 4`ê Nîsanê di destpêka buharê de li gundê Degaga birêve diçe ku rêûresmekî olî, çandî û rewşenbîriye û bi hezaran geştiyar ji bajar û deverên dewrûberê wê navçeyê beşdariyê têde dikin.
XELAT/ Jêder: DGK radio