Du Helbest ji Suphîye Bulut
BIHAR Û MIROV
Gul û kulîlkên biharê
Çiqas bi rengekî venebin jî
Bi rengên ji hev cuda
Dixemilîne biharê
Mirov jî bi rengên
Fikir û ramanê ji hev cuda
Dewlemendîya maf e
Û dixemlîne mirovan
Suphîye Bulut
----------------
HEZKIRIN
Ey hezkirin
Dermanê hemû êşan
De ka tu bi kude diçî
Çima terka me dikî
Û dilan xemgîn dikî
Ma tu nizanî hezkirin
Dermanê rihetîya mirova ye
Heger neyê tehmkirin û xwarin
Wê can bê vîtamîn bî
Û jîn û jiyan
Wê pûç û vala bî
XELAT