"Cil û bergên kurdî sembola nasname û dîroka me ne"

"Cil û bergên kurdî sembola nasname û dîroka me ne"

Îro roja 10-3-2025 roja cil û bergên kurdî ye.

Bi vê boneyê Xanima yekem a Êraqê (Şanaz Îbrahîm Ehmed) li ser rûpela xwe ya tora civakî derbarê roja cilê Kurdî weha nivîsiye û dibêje: "Cil û bergên me yên kevneşopî ne tenê perçeyên qumaşê yên bedew in, belku sembola nasname û dîroka me ne."

Şanaz diêje: Di roja neteweyî ya cil û bergên kurdî de, em bi van kincên bedew dikin ku nifşên kurd, aşûrî û yên din li herêmên me li xwe kirine, serbilind in. Ez cil û bergên kurdî tenê di rojên taybet de li xwe nakim, lê di hemû helkeftan de bi kêfxweşî û serbilindî li xwe dikim. Ew cil û bergek guncav e ku her kesê wê li xwe dike xweşik û xemilandî xuya dike û rêyek e ku çand li her deverê û her dem nîşan bide.

Di hemû salê de, gelê kurd di vê rojê de, dest bi liberkirina cilûbergên kurdî dike.

Di herderê de, bi cilê kurdî xwe dixemlînin û razaw dikin. Ev roj ji aliyê parlemana Kurdistanê ve wek roja kinc û cilên kurdî hatiye nasandin. Keç û kur û pîr û kal û mêr û ciwanên kurd tev bi cilên kurdî diçine bo kar û îş û bi wê rengî roja cilên kurdî pîroz dikin.

Gelê kurd bi cil û bergên xwe cuda di nava gelên din ên Rojhelata Navîn de têne naskirin ku xwedî regên cuda cuda ne. dîmen û reng û şêwaza dirûn û lixwekirina cilên kurdî ji ên gelên din cudatir e û xwişiktire.

Em jî wek stafa Xelata Kurmancan roja kinc û cilên kurdî li tevahiya xelkên me li Kurdistan û henderan û bi taybetî kurdên me li Soviyeta Berê pîroz dikin.

Xelat