WELAT XWEŞ E

WELAT XWEŞ E

Helbest: Karîna Osêyan



Wa ye av û tofan dikişin
Ji sînga Sîpanî jorda tên
Siyabend benda Xacê me
Welat xweş e em ne tê da

Zivistan çû biharê mêvanî
Kulîlk çêbûn li benda kanî
Xweş kirin derdor û xanî
Welat xweş e em ne tê da

Min baxçe çand û veda
Birûsk lêxist wêran da
Lê nebû şîntiya gul û dara
Welat xweş e em ne tê da

Payîz bû ne bihar e
Bû zivistan berf dibare
Bêmal bêwar û wêran e
Welat xweş e em ne tê da

Dilê min derbeder e
Li kolanên vala digere
Dike qêrîn û hawar e
Welat xweş e em ne tê da

Kesî negot ev çi hal e?
Em bûne feqîr û jar e,
Hawar û sed hawar e,
Welat xweş e em ne tê da

Penaberî û xeyalên perçe
Bextewarî dereng ma ji me
Lê zimanê me dewlemend e
Welat xweş e em ne tê da.

Xelat