Miletê me çi gune ye
Helbestvan: Xaylaza Reşîd
Miletê me pir gune ye
Gelek cara ew xapya ye
Nav dijmina da heliya ye
Dayîka me herro girya ye.
Kê go bira bawer dike
Nanê xwe jêra ker dike
Ber tendûra xwe germ dike
Sitar dike kedî dike.
Nizan marê tevizîne
Germ bû serî hildibrîne
Dibêjin me ka hûn kîne
Timê me ra zulmê tîne.
Dersê nagrin nizam çima
Ber evan çevqulêd tima
Dixwazin me bikin şima
Ser serê me bi şûr rima.
Aşitîxwez em xêrxazin
Çima hebsa da dirizin
Em seqirî welathizin
Malê xelqê em nadizin.
16.07.2025
XELAT
