TU VÊXE
Helbest: Dilan Maku
Şev derengê hevalê
Berî ez werim swalê
Sûret sor gerden xalê
Tu vêxe Vê şemdanê,
Hîva zer xeyîdîye
Ewira pel berdaye
Her der bûye tarîye
Tu vêxe vê şemdanê ,
Gundî Cînar bi xewin
Şevên dereng bi tawin
Ez û tu , biwaxivin
Tu vêxe vê şemdanê,
Şevên reş pir yemanin
Bi min û te dermanin
Dılê şad pir ciwanin
Tu Vêxe vê şemdanê,
Şîn ketîye şevê da
Yar tu mayî xewêda
Mem naçe destê Zîn da
Tu vêxe vê şemdanê,
Dîyar bû roja înê
Ez têmê vê dîwanê
Te b'bînim li eyîvanê
Tu vêxe vê şemdanê,
..
XELAT