Çend helbestên helbestvan Swîsrî Alexandra Nicod
Helbestvan: Alexandra Nicod
Ji Îngilîzî: Husên M. Hebeş
MIN BIHÊLE
Bihêle ku ez birîna xwe balêsim
Bihêle ez vê êşa ku ew tenê ya min e hest bikim
Min bihêle...
Te bi rastî dev ji min berda…
VÎNA BAWERIYÊ
Ji ber ku ez bi şînê bawer dikim
ji ber ku ez bi xemgîniyê bawer dikim…
Ji ber ku ez bi bedewiyê bawer dikim
ji ber ku ez bi wêrekiyê bawer im…
Ji ber ku ez bi peyvê bawer dikim
ji ber ku ez bi evînê bawer dikim…
Lê
ji berî her tiştî
ji berî her tiştî…
Ez dixwazim
bi te û bi xwe bawer bikim.
TENÊ
Ronahî
Ronahî
Ronahî
Ji bo têkiliya bi ronahiyê re
ji bo têkiliya bi ba re
Ji bo têkiliya bi rojê re
Ji bo têkiliya bi erdê re
Ji bo têkiliya bi daran re
Ji bo têkiliya bi çivîkan re
Ji bo têkiliya bi tirsê re
Ji bo têkiliya bi dev jê berdanê re
Ji bo têkiliya bi hêrsê re
Ji bo têkiliya bi birînê re
Ji bo têkiliya bi te re
Ji bo têkiliyê
Ji bo têkiliya bi min re
Ronahî
Ronahî
Ronahî
Netirse...
EZ HÎN JÎ
Ez hîn jî ji te hez dikim
Ez hîn jî te dixwazim
Ez hîn jî bêriya te dikim
Ez hîn jî... ez hîn jî... ez hîn jî...
û tu...
Tu êdî ne li vir î...
LÊDANEK LI PEY LÊDANEKÊ
Bi lêdana mezin dibe
Bi kulmelêdana mezin dibe
Tenik e
Nazik e…
Lê nayê şikandin.
______________________________
Alexandra Nicod helbestvan, şanoger û lîstikvana Swîsreyî-Spanî ye ku li Biel/Bienne/Swîsreyê ji dayik bûye û li Madrîd/Spanya dijî. Ew bi Almanî, Spanî, Frensî û
her weha Îngilîzî jî dizane. Helbestên wê ji bo pir zimanan hatine wergerandin û weşandin (mînak îngilîzî, tirkî, hungarî, kurdî, fransî, vîetnamî û erebî) û ew beşdarî gelek festîvalên
helbestê yên navneteweyî bûye (mînak li Spanya, Yewnanîstan, Mexribe...).
XELAT