Gul bi gulan re dikenin... Dilşa Yûsûf

Gul bi gulan re dikenin... Dilşa Yûsûf
Gul bi gulan re dikenin,
Brîna xarê çi mi, re.
Rûbarekim di herikim,
Ava golan çi ji mi, re..
Teyrekî koçberim ez
Werdekê avê çi ji mi, re.
Helbestek bê qafye me
Rêzik û malik çi ji mi, re.
Ger ji xaka xwe dûrim
Xweşî û şadî çi mi, re.
Helbestvan û Nivîskar: Dilşa Yûsûf
2023-05-08