Hozan Dîno û Xêro Ebas kilîpeke hevbeş belavkirine
Hozan Dîno û Xêro Ebas kilîpeke hevbeş bi navê (Aşitî û Azadî) li ser tora xwe ya Youtubê belavkirine...
Așitî û Azadî
Gûleke li ser çiya bûm
Neweşiyam li ser piya bûm
Min nehîşt kes bêhn bike
Heviya hatina te bûm
Gûleke bê nav im ez
Bêhna azadiyê me ez
Payiz li benda min e
Zû were nemirim ez
Dev ken im, dil girî me
Dîsa jî bi hêvî me
Xemilîm bi çar rengan
Natirsim șêr dilî me
Navê jiyanê me ez
Bang a aşitî yê me ez
Ez im kevok a sipî
Baz ê hebûn ê me ez
Xelat
