Merwan Berekat: Sê romanên min ji Weşanên Şilêrê derketin
Nivîskar û helbestvanê kurd yê çiyayê Kurmênc (Merwan Berekat) li ser tora civakî ya Facebookê wêneyên hersê pirtûkên xwe belav kiribûn ku ji aliyê weşanên Şilêrê ve hatine çapkirin, kovara Xelat ji mamosta Merwan Berekat xwest kurteyekê li ser her sê romanên xwe taybet ji bo Xelatê binivîse û naveroka nivîsa mamosta Merwan weha bû:
"Îsal 2025an, sê romanên min ji Weşanên Şilêrê, Rojavayê Kurdistanê derketin.
- Dengvedana Êşan: Naveroka vê romanê li ser rewşa Kurdên Çiyayê Kurmênc yên ku di sala 2018an, bi darê zorê hatinî koçkirin e. Hemû êş, azar û rewşa jiyana wan, herweha kiryarên ku leşkerên rêjîma Sûriyê û çekdarên bajarokên Nibilê û El-Zehrayê bi serê wan dikin belge kirine.
Herweha jiyana di kampan de û çîrokên êşdarîyê yê ku rojane jiyana wan dicûtin. Herweha rola kesên xêrxwaz ên ku hewildidan alikariya wan bikin.
Min di sala 2019an dest bi nivîsandina wê kir. Hemû bûyer û kesayetîn di romanê de rasteqîn in, herweha dem û cih jî.
- 72 Demjimêr Ji Dojehê: Ev roman li ser koçkirina Kurdên koçkirî yên Çiyayê Kurmênc ku li herêma Şehbayê bûn hatiye nivîsandin. Ez yek ji wan im. Di wan 72 seetan de, her tişt û bûyerên ku çêbûne diyar dike. Min her tişt bi çavên xwe didîtin û bi dizî li mobayila xwe dinivîsand. Piştî em gihîştin bajarê Tebqayê ez roj şevekê di nav koçberan de mam û her tişt li ser mobayila xwe dinivîsand. Piştî ku em gihîştin bajarê Qamîşlo, piştî hefteyekê min wek roman nivîsand. Nivîsandina wê mehekê û şazdeh rojan li ber xwe da.
Di vê romanê de, bûyera herî sereke rewşa jineke Kurdê Êzdî ye. Jin jinebî ye û du zarokên wê yên biçûk hene. Ango hemû bûyer û kesayetên romanê yên koçkirina Kurdên Çiyayê Kurmênc ên ku ji Şehbayê hatine koçkirin e.
- Keçek Ji Ronahiyê: Naveroka vê romanê bi giştî mijarên felsefî ne. Arîşeyên di navbera felsefeya Ronahî û Tarîperestiyê de ye. Herweha arîşeyên di navbera peyrew û bawermedên herdu felsefeyan de ye. Her weha gelek mijarên din."




XELAT/ Taybet
