Ehmedê Xanî- Mem û Zîn

Ehmedê Xanî- Mem û Zîn

Amedekar: Mahir Taha

Berhemên curbicur ên bi kurdî hatine nivîsîn, li rastî 500 sal an jî pêşiya wan deman tên. Yek ji van berheman a herî girîng bêguman Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Ehmedê Xanî ji bo angaştên li dijî gotina “Pirtûkên tevahiya gelan hene, bi tenê kurd bê pirtûk in” berovajî û ispat bike, biryara nivîsandina Mem û Zînê dide. Xanî, vê rewşê di berhema Mem û Zînê de tîne ziman. Ev berhema ku wek berhema Ehmedê Xanî ya sereke jî tê zanîn, ji çîrokên evîndariyê yên klasîk wêdetir çûye û bi naveroka xwe hema bêje bûye rêber û rêzana gelekê. Beriya wî bi vê mezinahiyê xebatek û berhemeke wisa nehatiye nivîsîn. Her çiqas pêşewarên wî wekî wî çend nivîsên xwe bi kurdî nivîsandibin jî, Ehmedê Xanî ev yek bes nedîtiye û ji bo vê peywîr û berpirsyariyeke nû daye ser milên xwe û biryar daye ku tevahiya berhemên xwe bi kurdî binivîse. Xanî, him di Mem û Zînê de û him jî di berhemên xwe yên din de, bi gelemperî terbiyeya îslamî û nirxên neteweya kurd bikartîne. Mem û Zîna ji 2656 beytan pêk tê, bi celebê mesnewî hatiye nivîsîn. Mem û Zîn, di sala 1696 an rewşa helbestê girtiye. Ehmedê Xanî, bûyerên dîrokî û efsaneyên di jiyana kurdan de bi çîrok û sembolan di vê berhema xwe de bikaraniye. Ev berhem wekî avanî, teşe, mijar, ziman, cure û şêwaz dikare di warê çîrokên evîndariyê yên coteleheng yên kevneşopiya mesnewiya klasîk de bêne kategorîzekirin. Mijara berhemê, li bajarê Botanê (Ceziret Îbn Omer) derbas dibe. Mem û Zîn du evîndarbûn û ji hevûdu gelekî hezdikirin. Lê bihevrebûna wan ji aliyê Beko(Bekoyê Ewan) ve tê astengkirin. Mem di dawiyê de dimire û Zîna li ber gora wî dilorîne vê êş û elemê zêde ranagire û ew jî li wê derê dikeve û dimire. Piştre wê jî li cem gora Mem vedişêrine axê. Bekoyê ku ji encamên vê trajediyê ditirse, ji van her du goran re tirbekê ava dike. Gel vê tevgera Beko li ber çav nagire û Beko dikujin. Hejikeke bi strî ya bi xwîna Beko hêşînbûyî, ew rehên xwe yên qirêj belavî axê û gora her du evîndaran dike û tevî ku evîndar mirine jî dîsa ji aliyê Beko ve ji hev tên cuda kirin. Ev gor di dema me de li navçeya Cizîr a Şirnexê ye û di nava medreseya Mîr Evdal de ye. Ev medrese jî di dawiya bajarê Cizîrê de ye. Kevirên gora Mem û Zînê li kêleka hev in. Li aliyê piştê jî kevirên gora Bekoyê ku ew ji hev cudakirine hene. Beko, di nav kurdên Kurmanc de wekî Bekoyê Le’în(Bekoyê lanetkirî) tê zanîn. Di nav Kurdên Soran jî Bekiroke-Bekir Mêrgewerî (li Îranê ciheke) tê zanîn. Dema li Mem û Zînê dorfireh tê nihêrîn, tê dîtin ku ev ne bi tenê çîrokeke evîndariyê ye, aliyên vê berhemê yên gelekî berfireh wekî siyasî, civakî, felsefî, olî û tesewifî bêtir xuya dikin.

Têkoşîna sedsala XVI.an a di navbera Osmanî-Safeviyan, di berhemên Ehmedê Xanî de bi aliyê siyasî ve hatiye rave kirin. Navê Mem û Zînê di helbestên Eliyê Herîrî(1530-1600) û Melayê Cizîrî(1567-1640) de jî derbas dibe. Ev jî nîşan dide ku ev destan pêşiyê jî hebûye. Her wiha Destana Memê Alan wekî bi devkî ji nifşan ji nifşên din re hatiye veguhastin. Ehmedê Xanî, mebest ji Destana Memê Alan dike û diyardike ku ji efsaneyeke li Botanê qewimiye hinekî sûd wergirtiye; lê li ser reseniya berhemê radiweste û di derheqê rewşa vê mijara ku li ser tê axaftin de ev beyte aniye ziman:

Lê min ji rezan nekir temettu

Manendê dizan bi kes tetebbu

Mem û Zîn cara pêşî 1919 an ji aliyê Kurdekî bi navê Hemze li Stenbolê di çapxaneya Necm-i Îstîklal de hatiye çapkirin û weşandin. Çapa berhemê ya duyemîn 1947 an li Helebê hatiye çêkirin. Berhem, ji aliyê Margareta B.Rudeko ve bi zimanê Rûsî hatiye wergerandin û çapkirin(Moskow 1962), her wiha ji aliyê M.Seîd Ramazan el-Bûtî ve wekî pexşan bi Erebî (Dimaşk 1957), ji aliyê M.Emin Bozarslan ve jî bi Tirkî(Stenbol 1968,1975) hatiye wergerandin. Michael L. Chyet li ser kurteçîroka bi navê Mak ametü Mem û Zîn a Xelîl Reşîd Îbrahîm ku bi Erebî bi şêwazeke bijarte hatîbû weşandin(Dimaşk 1413/1993), bi navê And a Thornbush up between Them: Studies on Mem û Zîn, A Kurdish Romance xebateke doktorayê kiriye(1991, Zanîngeha California). Li Tirkiyê bi heman navî fîlmê Mem û Zînê hatiye kêşandin(1991). Destana Memê Alan jî ji aliyê R. Lescot ve 1942 an li Beyrutê, ji aliyê N. Zaza ve jî 1957 an li Şamê hatiye çapkirin. Destana Memê Alan a ku di serî de bi zimanê Elmanî, Firansî, Rûsî, Rûmenî, Ingilîzî, Ermenkî, Erebî û bi gelek zimanên din hatiye çapkirin, berhema Mem û Zîn jî wekî wê gelek caran hatiye çapkirin.

Pêwendiya bi Destana Memê Alan re: Destana Memê Alan di nava demeke dirêj de rastî gelek guhertinan hatiye û li gorî avaniya demên xwe yên siyasî, aborî, civakî û olî hatiye vesazkirin. Destana Memê Alan bi taybetî piştî pejirandina îslamê, di vegotinên dengbêjan de şêweyeke îslamî girtiye. Lê ji bo lêkolîneran di avasaziya vê destanê de peydakirina şopên serdema antîk ne gelekî zehmete. Hebûna hinek aliyên hevpar û wekhev ên di Destana Memê Alan û Mem û Zînê de, berhema Mem û Zînê ji reseniya wê dernaxe. Nivîsandina Mem û Zînê, ne bi tenê hunereke helbestvaniyê ye ku bi çîrokên evîndariyê yên bibgeha wan digihe kûrahiya demên berê hatiye dubarekirin, an jî ne bi tenê karekî nivîsandina destaneke helbestî ye. Helbestvan bi vê xwestiye ku nirx û taybetiyên gelê kurd derxîne holê; nîşandide ku li dinyayê kurd jî ji miletekî xwedî dîrokeke kûr û kevnar e û bi vî awayî bidestxistina maf û rizgarbûna hegemonyaya ji miletên din wekî hincet dibîne. Xanî, di vê doza xwe de sekn û helwesteke zelal nîşan daye. Li pişt sedemê bijartina destaneke kurd a xwerû û ji nû ve sazkirina wê, daxwaza Xanî ya hest û ramanên xwe bîne ziman hebû. Xanî, wekî ku gelek caran aniye ziman doza miletê xwe, rûyê wê yê rastîn û paqij û şêweya jiyanê ya li dijî vê derxistiye holê û ji xwe re kiriye armanc; xwestiye ku reseniya ramanî û edebî ya vî miletî ispat bike û xwestiye edebiyata xwe derxîne asta edebiyatên rojhilatê. Ev berhema Xanî ku di çaçoveya kevneşopiya rojhilatê de derxistiye holê, ji destanên helbestî yên di vê çarçoveyê de hatine derxistin ku helbestvan kevneşopiyeke klasîk dişopînin û mîna hev in, ji wê wêdetir hewldaneke ku kurd, bikaribin bêjin destaneke me jî ya bi qasî helbestvanên mezin a bi nav û deng heye. Xanî, wekî helbestvanekî tesewufê dema têkiliyên kurdan ên bi rojhilatê re tîne ziman, bi nivîsandina xwe ya bi vê destanê re xwestiye ku mohreke nû li edebiyata rojhilatê bide û ev jî mohra kurdan bi xwe ye. Mem û Zîna Xanî, li gel mezinahiya xwe ya edebî, berhemeke bi tecrûbeyên kûr hatiye honandin û berhemeke ramanî û felsefî ye. Ev berhema ku ji felsefeya mirovahiyê, bi riya nêrînên cuda ya xwendin û şîrovekirina nivîskar gihiştiye encamekê, di heman demê de wêneyekî şêweya jiyana miletê xwe yê ku ew dema ku têde jiyaye nîşanî me dide. Ji ber vê ye, ne pêkane ku em helbestvan Xanî tu caran ji ramanwer Xanî, ji feylezof Xanî û ji mutesawif Xanî cuda bikin. Destana Mem û Zîn gencîneyek e. Felsefe, tesewuf, mûzîk, astronomî, ontolojî, çanda xwarinê, kevneşopî û irf û edet, ziman û em bi kîjan alî ve lê binêrin li rastî şahesereke navroka wê dewlemend tên. Ji ber vê Prof. Qanatê Kurdo mafdare ku jê re ”ansiklopediya jiyanê ya gelê Kurd e” gotiye.

Dîwan

Berhemeke Ehmedê Xanî ya din jî Dîwana wî ye. Di tevahiya jiyana wî de helbestên ji mijarên cuda hatine gotin di vê Dîwanê de hatine berhevkirin. Helbestên ku wî di dema xwe de ne anîne ba hev, piştî mirina wî navdarên din ew helbest berhevkirine. Helbestên ku Xanî di gelek civatan de vegotine, piranî ji aliyê alimên wê demê ve wekî destnivîs hatine parastin û piştre hatine berhevkirin. Helbestên Xanî yekemîn car ji aliyê Mela Mehmudê Bayezidî (1799-1867) ve wekî dîwançeyekê ku tê de 25 helbest hebûn hatine berhevkirin û li Rusyayê di “Pirtukxaneya Gel a Petersburg”ê de hatine parastin. 1996 an li Duhokê ji aliyê Îsmaîl Badî ve dîwançeyeke ji 20 helbestan pêk tê tê çapkirin. Du salan piştî wê dîsa li Duhokê ji aliyê Mesud Kettanî ve 7 helbest tên weşandin. Di cilda 3. a pirtûka Muhammed Elî Qeredaxî ya bi navê Bujandinewey Mejuy Zanayanî Kurd de 7 helbest cih digirin. Di van deh salên dawiyê de jiyan û helbestên Ehmedî Xanî bêtir hatine lêkolînkirin û girêdayî vê li ser Dîwana Ehmedê Xanî xebatên zêdetirîn hatine kirin. Yek ji van xebatan jî ji aliyê Abdurrahman Durre ve 2002 an bi navê Şerhe Dîwana Ehmedê Xanî (27 helbest) hatiye weşandin. Bi taybetî Abdullah Varli yê ku li ser Ehmedê Xanî di demên dawiyê de xebatên hêja û bi nirx pêşkêşî me kirine, di sala 2004 an dîwana herî berfireh a bi navê Dîwan û Gobideye Ehmedê Xanî Yed Mayin weşandiye. Di vê xebatê de bi giştî 109 helbest cih digirin. Tahsîn Îbrahim Doskî, 2005 an di xebata xwe ya bi navê Cevheru’l me’anî fi şerhi Dîwanî Ehmed el-Xanî de cih daye 29 helbestên Xanî û şîroveya van helbestan a erebî kiriye Dîwana Ehmedê Xanî helbestên kurdî, erebî, farisî û tirkî vedihewîne. Carna Xanî, van her çar zimanan di helbestekê de bikartîne û helbestên jê re mûlemma tê gotin nivîsîne. Di Dîwana Xanî de xezelên bi tirkî û kurdî jî hene. Dîwana Xanî, heya niha li Rusya, Elmaniya, Îtaliya, Hollenda, Polonya, Swed, Danîmark, Iraq û Suriyê hatine çapkirin.

BEŞA IV.

Ehmedê Xanî û Kurdî

 Ziman, amûrê herî girîng ê ragihandina hest û ramanên mirovan û parastina nasnameya netew û çandê ye. Mirovan di serdemên pêşîn heya niha, bi riya nivîs, deng, dû, wêne û bi tevgerên cuda têkilî bi hev re danîne û ev têkilî her tim bi pêş ve birine. Ji bo ragihandin û têkiliyên baştirîn mirovên ku di nava lêgerînekê de bûn, piştî gelek merheleyên din derbasî ragihandina bi devkî bûn. Di encama ragihandina bi devkî de mirovan hev naskirin, bi hev re hatin kelijandin, ji hev cuda bûn û her civakê xweserî xwe çandeke nû, kevneşopî û ziman pêkanîne. Ev çand û kevneşopiyên bi devkî û nivîskî heya roja me hatine, bingeha civakên dema me jî avakirine. Berhemên herî girîng ên van kevneşopiyan jî berhemên edebî yên bi devkî û nivîskî ne. Her miletekî ku bixwaze nasname û hebûna neteweyî biparêze û berdewam bike, dixawaze ku xwedî li bîr û baweriyên xwe yên çandî derkeve û derbasî nifşên din bike. Çar sedsal beriya niha Ehmedê Xanî ev rastî didît û xebat û eziyetên ku kêşandine û ji bo hewldanên ku zimanê kurdî cihekî layiqî xwe bigire ev beyt nivîsîye: Înaye nîzam û întîzamê Kêşaye cefa ji boy’ amê Bêguman nêzîkbûn û wekhevbûna nijad, ol û zimanan ji bo avabûna miletan hêmanên bingehîn in. Rastiya milet beriya her tiştî, xwe dispêre hevgirtina yek armancê, bi biryardarî bi hev re jiyana ferdên wê civakê û xwe dispêre erdnigarî, çand, giyan û hevgirtineke hevpar. Lê ji ber ku miletê Kurd ji destpêka dîrokê heya niha hevgirtineke bi vî awayî çênekiriye, bandoreke neyînî li pêşketina ziman jî bûye. Xanî jî vê rewşê tîne ziman û dibêje, ji ber ku di nava kurdan de hevgirtinek çênebûye li kurdî xweyî nehatiye derketin û ji ber vê jî derfetê pêşketinê nedîtiye. Kurdî di koma malbata berfireh a zimanê Hint-Ewropa ya di şaxê Hint-Îranî ku di koma bakur-rojava de ye cih digire. Kurdî li rojhilat û başurê rojhilata Tirkiyê, li bakurê Suriyê, li bakur û rojhilatê Iraqê û li rojavayê Îranê tê axaftin. Li rojhilata navîn piştî erebî, tirkî û farisî zimanê herî zêde pê tê axaftin ê çaremîn kurdî ye. Wekhevbûn û cudabûnên di navbera kurdî û farisî ku ji heman kokê ne, mirov dikare cudabûnên wan û zimanên firansî, îtalî û spanyolî ku ji latînî peydebûne bide ber hev. Hinek bêje dibe ku ji heman koka Îranî hatibin û di nava demê de li rastî guhertinan hatine û îro bi temamî bi awayên cuda tên bilêvkirin. Her wiha her du zimanan jî li gorî xweseriya xwe gencîneyeke dewlemend a bêjeyan, morfolojî, fonolojî û rê û rêzikên rêziman (gramer)ê hene. Alfabeya bi kurdî ya ku tîpên latinî bingeh digire ji 31 tîpan pêk tê.

  • A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z
  • a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Ji vê alfabeyê ji 31 dengan 8 tîp jê dengdêr û 23 tîp jî dengdar in. Yên dengdêr:  a, e, ê, i, î, o, u, û ne. Zaravayên Kurdî di bin banê çar koman de tên ba hev. Ev jî di nava xwe de dabeşî koman dibin: Kurmancî, Lorî, Goranî, Zazakî.

Şemseddîn Samî, di berhema xwe ya bi nave Kamus-i Tûrkî de, di derbarê zimanê kurdî de van tiştan dibêje: ‘Zimanê kurdî dişibe farisî dibe ku ji wî jî zêdetir bişibe zimanê pehlewî. Bêjeyên ku di kurdî de zêde ne. Her çiqas rewşenbîrên kurd ji berê de bi erebî û farisî mijûlbûne û giringî nedaye zimanê xwe û tevî ku hatiye angaştkirin ku edebiyata kurdî nîn e, ev yek ne raste û ji berê de heta niha gelek berhem bi vî zimanî hatine nivîsîn Nemaze di vê sedsal û alema medenî de, delîlê hebûna miletan ê herî girîng ziman û edebiyata wan e. Bi vê dikarin hebûn û nasnameya xwe ya neteweyî bidin berdewamkirin. Ehmedê Xanî, ji bo ku çand û nasnameya neteweyî ya kurd bide ispatkirin, şev û rojan xebitiye û binyadeke saxlem û qayîm daniye. Wî afrîneriya xwe ji bo bawerî, parastin û jiyandina mîrateya çandî ya gelê xwe bikaraniye. Îro heke li ser rûzemînê erdê ku minakên wekî hev jî tê de hene, em wî nebînin ev ji fedekariya wî ye. Li dinyayê fikirîna kurdiyeke bê wî ne pêkan e. Berhemên xwe bi kurdiya “bazara kesat” ku ev gotin ya wî bi xwe ye, nivîsîne û berhemên xwe ne ji rêveberên wê demê re, ji gelê kurd re pêşkêşkirine. Ev yek her çiqas ji bo miletê wî fedekarî be jî, ji bo wî bê şansî bû. Xanî, ne li dûv navdengiyekî bû, lê dixwest ku encamên hewldanên xwe di nifşên pêşerojê de bibîne. Heke wî, zimanê kurdî bi rêk û pêk nebida rûniştandin, kurdiya ku em îro pê diaxivin dibe ku binyadeke wê ya xurt nebûya Ji bo miletê ingilîz Shakespeare, ji bo miletê tirk Kaşgarli Mahmud, ji bo miletê ereb Sibeveyhi, Ahfeş û Kutrup, ji bo miletê ecem Firdewsî, ji bo gurciyan Rustavelî çibe, ji bo kurdan jî Ehmedê Xanî heman tişt e.

Heke îro zimanê kurdî li ser piya be, bi saya edîbên wekî Ehmedê Xanî ye. Xanî, berhemên xwe bi kurdî nivîsîne û ji aliyekê ve jî urdî heya roja me aniye û sedema nivîsîna berhema xwe di şeşemîn beşa Mem û Zînê de wiha ravekiriye.

 “Safî şemirand vexwari durdî

Manendê durrê lîsanê Kurdî

De xelqi nebêjitin ku “Ekrad

Bê me’rifet in, bi esl û bunyad

Enwa’ê milel xwudankitêb in

Kurmanci tenê di bêhisêb in”

Ehmedê Xaniyê ji bo ziman û gelê xwe hin qas xebat kirî, dixwest ispat bike ku kurd jî wekî gelên din gelekî pêşketine û dê pêş bikevin. Xanî, gelekî dixwest ku kurdî jî di nav zimanên din cihê xwe bigire û ev jî wekî rûmetekê didît. Ji bo pêkhatina vê jî her tim dixebitî, dua dikirin û ew rewş di berhemên xwe de jî nivîsiye. Ew bi girîngiya hînbûna zimanê dayikê hesiyabû û dizanî ku bi riya zimanê dayikê hînbûna zimanên din ji bo zarokan bêtir bi feyde ye. Ji ber ku kutiya aqil encax bi zimanê dayikê vedibe û pêşveçûna ramanî jî bi wê pêk tê. Heke em xebatên zanistî yên têkildarî pedagojiyê ku hatine kirin li ber çav bigirin, ku çawa perwedehiya zimanê dayikê parastiye û ji bo serkeftin û pêşketina zarokan wekî pêwistiyekî hatiye dîtin, wê demê em ê bibînin ku riya Ehmedê Xanî bijartî çiqas li cih e. Hele hele vê dema ku daxwazên kurdan ên perwerdehiya bi zimanê dayikê zêde bûyî de.

BEŞA V.

Nêrîna Ehmedê Xanî ya Dinyayê û Fêhma Wî ya Îslamî

 Xanî, di berhemên xwe de her tim qala xeta xwe ya îslamî dike û vê tîne ziman. Ji bo kesên li derdora xwe jî ku şopdarên vê xetê bin di derheqê vê de agahiyan dide. Oldariya Xanî, rastiyeke ku av jî bi xwe re nabe.

Zînhar-i meçe li dû teserra

Da can neketin ji te teberra

Çûna te bibête Xariciyyet

Terka te bibête Rafiziyyet

Refdê meke tû bi dil be Sunnî

Ma baluke weyhek! Ente minnî

Xanî, di feraseta mezhebî de her çiqas riya Şafîî-Sûnnî şopandibe jî, baweriyên din vedernekirine û hurmet nîşanî wan daye. Dîsa jî pêkanînên ku berevajî baweriya xwe rûdane rexne kirine û ji rexnekirina zilma rayedarên Sunnî jî bi paş ve gav neavêtine. Nemaze pevçûnên siyasî yên di navbera dewletan ku di dema Ehmedê Xanî de qewimîne, xwe di qada mezheban de jî nîşandane û serdestiya mezheban bûye mijara nîqaşê. Ev, pêşketineke ku him di aliyê Osmaniyan û him jî di aliyê Safeviyan de dihate dîtin bû. Lêbelê Xanî, li cihê ku biryar û hukmekê teqez bide, lihevhatin û lihevkirin diparast. Di encamê de li şûna ku Şîî û Êzidiyan bi carekê de tune bihesibîne, riya hembêzkirna wan bijartiye û ev jî têkildarî aliyê wî yê humanîst û têgihiştina wî ya îslamî ye.

Wekî ku di helbesteke xwe de, ji ber zilma Sûnniyan a ku gel ji gund û bajaran derxistine û ligel vê jî Sûnniyên ku Êzidî û Şiî ji xwe nehesibandine û ew wekî kafir hesibandine û rayedarên ku angaşt kirine ku pîleyên bilind ên bihûştê ji wan re ne, wiha rexne dike:

Kes nehîştin be derd ewan, erd vala bû ji zulma wan

Hemî revyan ji tirsa wan, gund û bajar mane xalî

Wan digotin em Sunnî ne, Êzdî û Şia ji me nîne

Hemî kafir, dîn tunîne; di buheşt da cî me ‘alî

Di beşa yekemîn a berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de ku bi mebesta pêşgotinê nîvîsiye, di derbarê lavayiyên ji Xweda re, pesendkirina wî, berzkirin û oldariya wî de agahiyan dide.

Sernamê namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah

Namê teye “şahibeyte” meqsûd

Fihristê mukatebatê mehmûd

Baweriya wî hin qeder saxleme ku, bûyer bi ramaneke ji ramanên mezhebî wêdetir dahûrandine û di vê hêlê de li ser heqîqet û riya rast şîret li mirovan kirine. Ehmedê Xanî, di serdema ku têde jiyaye ji bo ku qedir ji mirov û ji nirxê mirovî re nehatiye dayîn û li cihê nirxê mirovî ku berjewendî û desthilatî hatiye bicihkirin bertek nîşan dane. Ji kategoriyên herî bingehîn ên ezmûna mirovî felsefe, edebiyat û zanînê ku ji aliyê tu kesan ve pêwendî nehatiye nîşandayîn û pere û berjewendî wekî pîvana her tiştî hatine dîtin, Ehmedê Xanî vê wekî pirsgirêkeke mirovî ya navendî dinirxîne; ji ber ku heznekirin û malê dinê menewiyat, azadî, jiyan û hezkirinê dejenere dike û diqedîne.

Wî bi tenê ne li dijî malperestiya vedora xwe, li dijî malperestî û serfkariya hemû deman nivîsiye û ev jî wekî awayekî li dijî li hemberderketina menewî û mirovî daniye holê. Serpêhatiya Mem û Zîn, rediyeya li hemberî hêrsa malperestî û deshilatdariya hemû wextane ku hezkirin, evîn û pevrebûnê lê cih girtiye. Her wiha bi taybetî divê em vê bînin ziman ku, ne di berhemên din de, ne jî di berhema Mem û Zînê de qala nasnameyên olî yên dewletên desthilatdar ku gazin û gilî jêkirine nehatiye kirin. Ev jî hestiyariya Xanî ya mijara di olê de ye nîşan dide. Gilî û gazin bi tenê li dewletên ku zext li kurdan kirine anîne ziman. Her wiha di berhemên xwe de gelekî qala jihevbelavbûnên kurdan ên jixweberî kiriye. Wî, jihevqetîn û lihevnehatina kurdan gelekî êş dikişand û wî didît ku jihevqetîn dê bibe sedemê ku ew di bin hemwelatiya dewleteke cîran de bijîn. Dema berhemên Xanî têne lêkolînkirin, tiştekî din jî ku bala mirov dikêşe ew e, ku gelekî li ser civakiya kurdan sekiniye. Tê dîtin ku li ba Ehmedê Xanî heşt tebeqeyên (çîn) bingehîn ên civaka kurd hene. Rêvebir, hunermend, çandeyar (alim, helbestvan), razdar (derwêş, şêx), leşker, cotkar, gundî û xizan. Xanî, yên ji tebeqeya jor in “havas” yên ji tebeqeya jêr in jî “avam” binavdike. Van tebeqeyên ku di jiyana rojane de ji hev dûr in, bi du bûyerên girîng ên sereke de tîne ba hev. Yek ji van evîn, ya din jî bedewî ye. Yanî ku, statûya civakî û çînî çi be bila ew be herkes dixwaze evîndar be û li pey bedewiyê bibeze. Xanî, vê jî bi awayekî zelal bi van beytan rave dike;

Ger şeyx in û ger mela û mîr in

Derwêş û xeni û ger feqîr in

Kes nîne ne talibe cemalê

Kes nîne ne raxibê wîsalê

Hin raxibê hüsnê La Yezal in

Hin talibê qalibê betal in

Lêkîn hemyan yek e yeqin dost

Ferqa ku heye ji mexz heta post

Di nêzîkbûneke wiha ya evînê de, her çiqas armancên eşqa maddî û manewî ku aliyê wê mirov diêxe bin bandora xwe de û ji hev cuda bin jî, aliyê wê yê hevpar “evîn”e û ew jî ji bo herkesê wekî rastiyeke jêneger tê dîtin. Diyardeya duyemîn ya ku Xanî tebeqeyên civakê yên cuda dianîn ba hev, merasîma cenazeyan e. Wekî, di cenazeyê Mem de leşker, cotkar, beg, derwêş, gundî û objeyên eşqê di beyta ku têkildarî vê mijarê de ne, wiha anîne ba hev:

Cindi û sîpahî û emîran

Derwêş û re’îyye û feqîran

Dildar û şepal û nazenînan

Hûrî û perî û xemrevînan

 Serdema ku Xanî tê de dijiya, tebeqeya herî jorîn a civakê ji desthilatdaran pêkdihat. Xanî, li ba van desthilatdaran pozisyoneke tekez negirtiye û desthilatdar di nava xwede wekî baş û xirab dabeşkirine. Xanî, di berhema Mem û Zînê de dema nêrînên xwe yên di derheqê desthilatdaran tîne ziman, desthilatdarên baş jî di nava xwe de dike du beş. Beytên ku Xanî him siyasî û him jî kesayetî di derheqê desthilatdaran de anîne ziman, wiha ne:

Mîrên pêşbîn û zana ku ji karê dewletê dizanin

 Him xwedî siyaset in him jî dilovan

Ew herkesê têrnakin bi rasterast

Bawerî bi tu kesan naynin heya ku biceribînin

Piştî çil caran bi ezmûn û ceribandinê

Yekê ji wan nêzî xwe dikin êdî

Xanî, alimekê ku herî girîng ê serdema xwe bû, di helbestên xwe de her tim dua ji xweda re dikirin û ji bo xwe û gelê xwe daxwaz jê dixwestin. Başî û bedewiyên ku ji xweda dixwestin, bi me dide fêmkirin ku Xanî çiqas ên li derdora xwe bi qasî xwe difikire û bi bawermend e. Şîret û duayên di helbestên Xanî de ku ji bo gelê xwe dikirin wiha ne:

“Alim, ji aliyê berpisyariyên xwe ve dişibin pêxemberan û oldar jî dişibin weliyên wan. Kesê têgihiştî ku bi başiyê tê zanîn, ew kese e ku Xweda bi heqê xwe dizane û bi ilm û aramî ve girêdayî xweda ye. Heke armanceke te dê hebe, divê tu her tim li pey fermana rebê xwe bibezî û wî bi dest bixî. Şêxitî, sofitî û keramet xwendina ilmê û kiryarên olî ne. Em ew kesên ku ketine kemîna nefsa ku xirabiyê dixwaze; xafil, tiral û gunehkar in. Xwedayê me, em ne wekî layiqiya te bi dilldarî te difikirin û ne jî wekî layiqiya te, te ji dil bibîrtînin. Xwedayê me, evdê te Xanî dilekî wî jî nîn e ku te bibîrbîne, qet nebe zimanekê bidê ku ji te re şikirdar be! Ey nifşê ku daxwaza elimîn û bidestxistina ilmê dike, heke tu bixwazî bibî mîr, serok û an jî kesekî rêzdar, te peritînin jî qet derewan neke. Ji ber ku, kî li pey berjewedî û malê dinê nekeve û xwe ji hewesên dinyewî bikire, bêguman dê di nava gel de serfiraz be. Heke tu bixwazî di wekheviyê de ligel yekê bî, bila dan xwendina ilmê ku tu ji xwe re dikî emel bibe pîşeya te. Kê/ kî ji bingehîn hînbibûye û zanebûna xwe ji bo kêrhatina ilmî bidestxistiye, ev hînbûn ji bo wî dewletek e. Xaniyê ku kesekî bawermend bû, li hemberî zehmetî û pirsgirêkên di serdema xwe de kêşayî, li nav sînorên baweriya xwe gilî û gazinên xwe anîne ziman û ji bo vê jî riya xebateke xurt bijartiye. Xîreta parastina wî ya çand û zimanê kurdî, ne ji ber neyartiya miletên din e. Armanca wî ya bingehîn, berdewamkirina hebûna gelê kurd a bi rûmet bû. Berevajî şert û mercên serdema xwe, tevî ku jiyaneke bixweser û xwerû bijartibe jî, vala nemaye û ji bo mirovan bi qasî derfetên xwe dad, başî, pevrebûn û rûmet kiriye mijara xwe û ji vê xetê qet venegeriyaye. Di vê rê de pişta xwe daye her cure malê dinê, ji nifşên piştî xwe re şîretên zêrîn kirine. Wekî encam mirov dikare bibêje, du aliyên Ehmedê Xanî yên fikir û nêrîna dinê derketine pêş: Xwedîderketina mîrateya çand, ziman, nasnameya kurd û oldarî. Riya Ehmedê Xanî ya jêneger, nêrîna wî ya mirovî ya bi hezkirinê hatiye dagirtine. Nirx û girîngiya ku daye çand, ziman û gelê xwe. Ji bo wî, rakirina astengiyên li pêşiya hevgirtin û hebûnê, bi vîn û biryardariyeke ji hezkirin û ilmê pêkan e.

 

XELAT