Ji Cemal Dêrgulî çar kurte çîrok

Ji Cemal Dêrgulî çar kurte çîrok

Remo revandî û Endîra Xandî

Li gundekî Tirbespiyê pîremêrek bi erebî nedizanî, lê her dem li radyoyê guhdar dikir, vêce dema Endêra Xandî tê kuştin û hemû radyoyên cîhanê nûçeya kuştina wê radighînin ew jî serê sibehê diçe civatê dibêje: Yabo şeva din bûrî dinya xirabû, radyok nema behsê nekir, Remo revandî hatiye kuştin...!

Xortek dipirse: Xalo, Remo revandî kiye...?

Pîremêr: Ez çi zanim, radyoyê wilo digot.

Xort: Xalo ew Endêra Xandî ye ne Remo revandî ye...

****************

Mele û mirina filehekî

Li gundekî çiyayê Bagokê yekî fileh dimire mele û çend zilam diçine sersaxiya, vêce piştî firavînê dixun, divêt mele dua ji ê mirî re bike, lê ligor baweriya wî dua ji filehan re nayêkirin, ew jî radibe wiha dibêje:

Erê welleh wiloye, dinya bê mirin nabê, her hebê, her habê, xwarina me goşt û girar bê

Keşe dicih de lê vedigerîne: Na seyda na, yek ji me û yek ji we, em jî bixwin weke we.

***********

Silo û Hemo

Silo û Hemo ji hev nexweşbûn berya remezanê bi hev re ji bajar vedigerin.

Silo dipirse: Hemo, te tiştek nekiriye...?!

Hemo: Tenê ez û pîrejina xwe ne, hema ev herdû kîlo dims beşî me ne.

Silo: Mane em jî weke we tenê dido ne, û evqas xwarin min kirî û belkî têra me neke.

Hemo: Kuro qey tu dixwazê ji remezanê golkezilam derkevê...!

Hemo: Erê, hema golkezilam bim çêtire ku  weke te segzilam bim....

*********

Şêxoyê Nado û sibiha cejnê

Hunermendê gelêrî Şêxo yê Nado sibiha cejnê diçe mala şêx.

Şêx dipirse: Ha Şêxmûs hema îsal te rojî girtibê...?

Şêxo: Erê ez qurban min girt, lê pazdeh ji wî serî min xwarin û pazdeh ji vî serî...!

 

Jêder: Rûpela mamosta Cemal Dêrgulî

XELAT