Ji Cemal Dêrgulî çend kurte çîrok
Nivîs: Cemal Dêrgulî
Li gundekî Tirbespiyê zilamek qantira xwe dide ber firotinê, yekî gundî bazar dike:
Bi sed kaxetî tu bifiroşî ez dikirim.
Xwedyê qantirê aciz dibe: Hey malxirab, ne ker ji wilo bihatirin...!
Dîtira roja qantira mêrik dicehime gundî jî diçin alî dikin ji axurê davêjin çolê, lê li çolê, ew ê ku dixwest bikire bi qurnasî dibêje: Ha wa qantira te mir, ma ku bi sed kaxetî te daba min qey ne çêtir bû ji tere...?
Xwedyê qantirê hêrz dibe: Na Wellleh ne çêtir bû, kuro bi Xwedê ha halo mirî jî bi sed kaxetî ez nafiroşme te...!
Spas M.Rifat Hacî
****************
Li gundekî Dêrika Hemko, rovî dikeve nav mirîşkên melê, yekê jî li ser piyan nahêle.
Gundî dibihîzin, lê dest vala diçin li ber dilê melê dixin: Serê te sax be seyda, Xuda xelefê li te vegerîne.
Mele bersiv dide: Erê xelef li Xwedê ye, lê her yekî ji we ku mirîşkek bi xwe re anîba, wê xelef vegeriya, ê ka ez çi bikim, rovî mirîşk xwarin, û we jî şekir û ça nehişt...!
Spas M. M Reşîd bavê Sobar
*****************************
Li gundekî Amûdê xortekî mitirb dildikeve keça cîranê xwe ê mitirb wê direvîne.
Vêce çendî bavê xort, axa û maqûl dibirin ji bo wan li hev bînin, bavê keçikê qebûl nedikr, heta rojekê yekî mitirb dibihîze berê xwe dide malbava keçikê, li ber derî gazî dike: Kuro segbav çima tu û cîranê xwe li hev nayên hêêê...?
Bavê keçikê digirnije: Wey ser sera û ser çavan pismam, ma camêrekî wek te hatiye û min gotiye na....
Spas hêja Ebd Elwehab Xalid
****************************
Mele dikanekê li gund datîne, lê hingî gundiyan bi deyn dikirî dikana melê vala dibe, vêce ji bo ku mele deynên xwe dibîra gundiyan bîne radibe di xutba înê de dua dike: Yrebî tu li van misilmanan werî rehmê ku bikaribin hemû deynên xwe bidin
Ji nişka ve yek radibe ser xwe: Seyda mane deftera deynan didestê te de ye hema niha ku tu çû dikanê, wê defterê bişewitîne wê deynê hemû gundiyan fik bibin û kesek deyndar namîne.
Spas M. Ezîza Ekaş
******************* Mele dikanekê li gund datîne, lê hingî gundiyan bi deyn dikirî dikana melê vala dibe, vêce ji bo ku mele deynên xwe dibîra gundiyan bîne radibe di xutba înê de dua dike: Yrebî tu li van misilmanan werî rehmê ku bikaribin hemû deynên xwe bidin
Ji nişka ve yek radibe ser xwe: Seyda mane deftera deynan didestê te de ye hema niha ku tu çû dikanê, wê defterê bişewitîne wê deynê hemû gundiyan fik bibin û kesek deyndar namîne.
Spas M. Ezîza Ekaş
***********************
Axakî çiyayê Kurmênc û xulamê xwe bi hev re di zindanê de bûn, derengî şevê xulam dipirse: Axayê min çima wisa tu melûlî...?
Axa: Ma tu nizanî piştî du rojan ez ê bêm sêdaredan...!
Xulam: Axayê min heger tu bixwazî ez ê te rezgar bikim.
Axa: Ku tu karibî ez amade me.
Xulam yekî bi hêz bû, radibe bi milan dîwarê zindanê diherifîne û direvin, lê bi rê de her kêliyekê xulam ji axa re digot û venedibirî: Heger min tu rezgar nekiriba piştî du rojan tê mirî ba.
Axa îde nema xwe digire û berya ku di newalê de xwe werke dibêje: Bere sed lanet li vî canî be, ew serê bikeve ber mineta bila biçe nav ziyareta.
Spas hêja Ezîza Ekaş
XELAT