Ji gundê Jorî heta bi parêzgeha Îlamê
Bajarê sê çiyan û sê çeman a Rojhilatê Kurdistanê, di serdema Qacaran de, Husên Awa seyrangeha waliyê Piştko bû û di Îlona 1929an de navê wê hate guhertin û bû Îlam û heta sala 1973ê beşek ji Kirmaşanê bû û piştre bû parêzgehek serbixwe.
Îlam yek ji bajarên herî mezin a Rojhilatê Kurdistanê ye, navenda parêzgeha Îlamê û yek ji pênc parêzgehên Kurdişîn ên Îranê ye.
Ji aliyê nifûsa xwe ve sêyemîn bajarê herî mezin ê Kurdane li Îranê, û li gor serjimariya dawî ya ku di sala 2016an de hatiye encamdan, nifûsa wê 194 hezar û 30 kes bûye.
Bajar bi rêzeçiyayên çiya hatiye dorpêçkirin û avhewayeke xweş heye û zozanî heye.
Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Îlamê û Zanîngeha Îlamê du zanîngehên girîng ên dewletê yên vî bajarî ne û zanîngeha Peyam Nûr û Zanîngeha Azadî jî heye.
Kengî bûye Husên Awa?
Berê ji Îlamê re gundê Sarw- Jorîn dihat gotin. Piştî avakirina hikûmetê ji aliyê Husên Qulîxan waliyê Pûştkoyê ve navê wê hat guhertin û bûye Husên Awa.
Di serdema Qacaran de Îlam seyrangeha waliyê Pûştkoyê bû û di Îlona 1929an de navê wê bû Îlam.
Ji bajarokê bû bi parêzgeh..
Heta sala 1973ê Îlam beşek ji parêzgeha Kirmaşanê bû û piştre ji parêzgeha Kirmaşanê veqetiya û bû parêzgehek serbixwe.
Piraniya xelkê Îlamê bi zaravayê Kurmanciya Başûr (Kelhorî) diaxivin. Her weha bi zaravayê Lekî jî diaxivin. Hejmarek mezin ji rûniştvanên Îlamê bi kurdîya feliyî tên naskirin û bi zaravayê Feylî diaxivin.
Ol û zaravayê rûniştvanên Îlamê
Weke zaravayê (Lorî) li hin deverên Îlamê zaravayê axaftina gelê wê ye. (Maneşt, Siyako û Gaçan) sê çiyayên girîng ên nêzîkî bajarê Îlamê ne. Her weha Çemên (Gidarxoş, Talxaw û Qela) jî sê çemên girîng ên bajêr in.
Piraniya xelkê Îlamê peyrewên Îslamê û Şîeyên 12 Îmamî ne. Beşek ji xelkê herêmê jî ji ola Yarsan in.
XELAT/ Kurdistanî Nwê
