`Pirtûkê da min dilê xwe li ber xwendevana vekirye`
Nivîskar: Dr. Eskerê Boyîk
Sipas Nûbihara hizkirî, dost, heval, hogirên min kekê hêja Süleyman Çevik û wan hemû xêrxweza ra keda kê weshena berevoka „Bîranîna“ da heye…
Pirtûkê da min dilê xwe li ber xwendevana vekirye…
"Rojên çûyî şûnda nayên, bûyarên buhurî nikarin vegerin. Bîranîn di nava qetên mejû da veşartî dimîmin."
Mirovên, ku ez wan re meşiya me, piraniya wan edî tune ne, li ser kevirê goristana navên wan nivîsar e. Nizanim, niha kevirê geleka li kune, goristana kîjan gundî, kîjan bajarî, welatî?
Lê di bîranîna da ew zêndî ne… Bixwezim jî, nikarim wan jibîra xwe derxim.
Evd, jiyana xwe, hub, sêr û sûrê xwe, keser, derd û êşê xwe nikare jibîr bike, ji serê xwe derxe, bavêje.
Jiyana evd e çûyî cihaneke dergirtî ya û weke sîya wî timê bi wîra dimeșe. Cihaneke wusan e ku xêncî xweyê bîranînê kes nikare dêrî veke, bikevê.
Bîranîn, vegera mirov e berbi cihana wȋ ya bi bûyara derîgirtî.
Dem mirov ji pêngava dayîkbûnê berbi ya mirinê dibe.
Jîyana her kesî dem e navbera herdu qonaxa da.
Carna evd ecele dike, lez dikeve, dixweze dem zû derbasbe, ku zû bigihîje armanca xwe… Lȇ tê dernaxe ku ew lezketin wî berbi dewiya wî dibe.
Ji min ra dem pirr çûye kêm maye.
Dema fikirandinê, li pişt xwe va nêhêrandinê hatiye.
Ez dixwezim derê cihana bîranînan, di tev derê dilê xwe li ber xwendevanan vekim, rêya xwe ya derbasbûyî, sêr û sirrê veşartî, bûyarên, ku bi deha salan derbas bûne, carke din zêndî bikim, binirxînim, bi dilê vekirî xwe û xwendevanê xwera biaxivim.
Jiyan çû, min tiştek nekir, min tişt ji emirê xwe fem nekir. Nikaribûm deynê evda bida. Deyndarê qencî, dilovanî, xêrxwezî, hizkirina geleka me…
Min hinek hiz kirin wana ez hiz nekirin, hinekan jî ez hiz kirin min ew hiz nekirin.
Hinekan ji min fem nekirin, min ji hineka fem nekir. Dibe jîyan wusane?
Bîranînan, kar û emelên rojên buhurî hişiyar kirine. Hisret û keser, poşmanî û razîbûn, wundayî û destanîn, şaşî û rastî ji hev elek dibin.
Ez hiz dikim bîranînên xelkê bixwûnim. Eger bîranîn ji dil e, bê qelpî ye, xwendina wan hewaskar e, tev jî dixwezin bixûnin, bibîhên. Di wan da tiştê çêkirî, xwe mezinkirin, pesindayîna vala, fantazîya nivîskar kêm e, rastî pirr e rind tȇne xwendin. Bîranîn eyna jîyana mirov e. Emirda evd çiqas jî jêhatî, aqil û qewat be, çiqas jî bi şans û serketî be, emir çiqas jî jêra bikene disa sistayî, xeletî û qelsayê wî hene, evdê bê derd û keser nîne. Ew kul û derdê xwe, qelsayê xwe ji teva çêtir zane. Zane lê nabêje. Eger rastîyê bêje bîranînê zêndî bibe, ҫi ku xwendevan di nav kar-bar, efrandînê zaniyar, hunermand, nivîskaran da navîne, di çend rêzên bîranînên wan de tê xanê.
Ne her bûyar û qewimandin in yê dora evd, jiyana wî da dibin dest wîda nin. Bûyarê wusa hene ku bende bixweze – nexweze tên dikevin nava emirê wî, tișt hene tên mirov dikine nava xwe, neku evd wana rêva dibe, lê ew evd ji xwera dibin. Qeder, dewr, guhestina halê civakê jî gelek tîșta dikin.
Ez evdekî sade me. Jîyana min bûyarên mezin va ewqas jî dewlemend nîne…
Lê evd çiqas jî sadebe, jiyana wî çiqas jî bûyarên hewaskar va dagirtî nîbe, lê dîsa jî tişt hene.
Çi hebe, rastbe, şaşbe ez rûniştime ber texte xwe yê nivȋsarê û li pey xwe dinhêrim…
Kes ji mêriv çêtir jiyana wî nizane…
Keremkin, cihana bîranînên min.
14ê tebaxê 2025
XELAT
